SNHR Dibêje di Erdhejan de Heta Niha 7,259 Sûrî Mirin

SNHR Dibêje di Erdhejan de Heta Niha 7,259 Sûrî Mirin

.

A+A-

Tora Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SNHR) îro Sêşemê dîyar kir ku di erdhejên wê dawîyê de 7,259 kes hatine kuştin.

Tora Sûrî ya jibo Mafên Mirovan da zanîn ku ew hejmara bi raportên wê hatiye piştrast kirin.

Li gor ragihandina SNHR, 394 kes li herêmên bin kontrola rejîma Sûrî û 2,534 kesên din jî li herêmên dervayê kontrola rejîmê jîyanên xwe ji dest dane.

SNHR da zanîn ku 4,331 penaberên Sûrî jî li Tirîyê mirine.

Tora Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha îdia kir ku rejîma Sûrî % 90 alîkarîyên ku jibo mexdûrên erdjehê re hatine şandin, dizîye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin