SOHR: Li Efrînê 3 kurd ji alîyê MÎTa Tirkîyê ve hatin revandin!
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kirîye li Efrînê 3 kurd ji alîyê MÎTa Tirkîyê ve hatine revandin
A+A-
Li devera Cindirês ya Efrînê 3 welatîyên kurd ji alîyê îstixbarata Tirkîyê ve hatin revandin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî (SOHR) belav kirîye, îstixbarata Tirkîyê (MÎT) 3 welatîyên Kurd ên bi temen ji gundê Şuydirya yê ser bi Cindrêsê ve desteser kirin û ew ber bi cihekî ne dîyar ve birin.
Li gor ku hatî belav kirin, sedema girtina wan kesan jî, nehatîye zanîn.
Ji dema dagîrkirna Efrînê ve li Adara 2018an û heta niha çekdarên bi ser Tirkîyê ve bihtir ji 2 hezar welatîyên Kurd desteser kirin e û revandine. Çarenivîsa gelek ji wan jî, ne dîyar e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin