Şopa Xeterê; romana polîsî ya Mehmet Dehsiwar derket
Nivîskar Mehmet Dehsiwar romana xwe ya nû Şopa Xeterê bi civîneke li gel nivîskar û ronakbîran li Kitêbxaneya Kurdî da nasîn.
Nivîskar Mehmet Dehsiwar romana xwe ya nû Şopa Xeterê bi civîneke li gel nivîskar û ronakbîran li Kitêbxaneya Kurdî da nasîn.
Civîna danasînê ji alî Weşanxaneya APEC û Kitêbxaneya Kurdî ve hat amadekirin. Xwedîyê APECê Alî Ciftcî li ser rewşa weşanê û nivîskarên APECê axifî û bi kurtî behsa nivîskarîya Mehmet Dehsiwar û pêvajoya çapa romana wî kir.
Mehmet Dehsiwar jî bi kurtî behsa nivîskarîya xwe û bi giştî behsa romanên xwe û bi taybetî jî behsa romana xwe Şopa Xeterê, naveroka wê, ziman û hwd kir.
Wekî tê zanîn Mehmet Dehsiwar yek ji wan nivîskarên pêşî ye ku roman û çîrokên polîsîye dinivîse. Ev romana wî jî li ser dewra berî 12ê îlona 1980ê û rewşa piştî wê û îşkenceya zindanê û hwd ye. Di romanê de şerê serleheng yê li dijî JÎTEMê û serpêhatîyên wî yên li welêt û şerê li dijî istîxbarat û hwd.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin