Şoriş Ismaîl: Yekkirina hêza Pêşmergeyan stratejiya me ye

Şoriş Ismaîl: Yekkirina hêza Pêşmergeyan stratejiya me ye

.

A+A-

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl diyar kir ku di warê yekkirina hêza Pêşmergeyan de gavên cidî tên avêtin û ev stratejiya wan e.

Li nahya Çiwarqurneyê ya girêdayî Raperînê şahiya derçûna 8emîn dewreya Koleja Erkan a Çiwarqurneyê hat lidarxistin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl beşdarî şahiya derçûnê bû û li wir gotarek pêşkêş kir.

Şoriş Îsmaîl beşekî gotara xwe ji reformên Hêza Pêşmergeyan re veqetand.

Şoriş Îsmaîl eşkere kir ku ew gavên cidî ji bo yekxistina hêza Pêşmerge davêjin û ev yek stratejiya wan e.

Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û hêza Pêşmergeyan berdewam dike.

Şoriş Îsmaîl amaje bi wê yekê kir kir ku perwerdeya Pêşmegeyan a li gelek welatên cihanê berdewam dike.

Şoriş Îsmaîl li ser pirsgirêka şandina mûçeya hêza Pêşmerge hêzên ewlehiyê wiha got:

"Budce ji Bexdayê tê, divê îro Komîsyona Hikûmeta Îraqê biçe Wezareta Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80ê.

Ez wisa bawer dikim heta 2-3 rojan dê pirsgirêk were çareserkirin û ti pirsgirêkek namîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin