Spas ku çarpel Medya TV. sir, kerametên Xwedê û Milyaketên yên kevneşopên Êzdîtiyê diparêzin dide nasandin!
SIR Û KERAMETÊN XWEDÊ Û MILYAKETAN NAHÊLIN KEVNEŞOPÊN RIHANIYÊN ÊZDÎTIYÊ, YÊN MÎNA BI KARÊXÊRÊ PÎRÊ ARÎ LI VÊ DINAYÊ HINDA BIBIN.Beşa 1
Gorî dîtna xwe dibêjim û gelek dîroknasên cihanê, Kurd û ilimdarên Êzdîtiyê jî dizanin ku, di wexta beriya dagirker bên bikevine nava welatê me de, pêşiyên me bawermendên Ezdahî-Êzdî, Hûrî-Mîtanî, Xaltî û gelek civakên gelê arîyanî, yên mîna Mîtraî, Alawî, Zerdeştî , Ehlî Heq, Mazdaî, Manî, Kakaî û hwd. îdên xwe yên mîna : Cejna Şêşims, Êzî, Batizmiyê, Pîrê Alî, Pîrê Xalî , Pîrê Fat, Bêlinda Pîran, Mêl Mêlava, Bêlinda Pîra , Cejna Nedran , Yelda, roja dayîkbûna Îsa, Mîthra, Cejna serê salê-, Basimbar, Quloçê Serê Salê, Gakuj, Dolîdangê, Seydikê , Gaxan û hwd. bi saya hebûna sir û keremetên Xwedê, Milyaket û Xwedawendên xwezayî pîrozkirine û parstine. Wextê xwedanê baweriya me dîtine ku, di nav salan de, sir, keramet û navên wan di nav gelek civak û netewên min bi navkirin de wê ji ber tirsa zordaran bêne ji bîrkirin, ewan kerametên rihaniyên mîna bi karêxêrê Pîrê Arî, Pîrê Fat û hwd. di nav bawermendên mîna Êzdiyên Çêlkiyan(Torî û Çolî ), yên di herêma Tur Abdînê de dane pejirandin û kevneşopên xwe yên pîroz di bin navên mîna Batizimiyê nû kirine.
WATEYA PEYVA BATIZMIYÊ
Birêz Şêx Malo Şengalî jî li ser wateya peyva Batizmiyê dibêje, „peyva Batizmiyê di nav ilim û qewlê Êzdiyatiyê de derbas nabe. Ev peyva Batizimiyê çaxê Pîrê Arî hatiye gundê Derdilê dahir buye û çuye li cem Rahibê Xaçparêz buye şivanê Rahib , Rahib jî dûra sir û keremetên Pîrê Arî dîtine, wî biriye çûne li nav gundên Êzdiyan bûhne mêvan û Êzdiyan ji mala ku lê diman ra gotine mala xêrê, hingê Rahib jî bi zimanê xwe yê Sûryanî gotiye wê mala xêrê, Batizmî.“*2 - 55:53
Xizmetkarê Êzditiyê birêz Behcet Kurd jî li ser bikaranîna navê Pîrê Arî , yê ku weke „Pîr Alî, Piyalî, Pîrê Alê, Pîrê Xayîp û hwd.“ cûde têye binavkirin dibêje (1.12:28 *2), „li gorî min ji bavê xwe û wî jî ji bavê xwe bihîstiye, Pîrê Arî bi gelek nava tê gotin. Ez ê li ser vê cûdabûna navan weke mînak peyvên ku dibêjin ; „heyd, eyd, cejin û îd „ wateya van herçar peyvan jî yeke. Baweriya me bi sir û kerameta ve girêdaye û em baweriya xwe bi wan tînin.
Lewma dibêjim, navê Pîrê Arî çiqasî li gorî herêman cûde bêne gotin jî, mahna wan yeke. „*2
Lewma ez jî weke birêz Behcet Kurt gotî bawerdikim ku, sir û kerametên Tawisî Melek û Xwedanên Êzdîtiyê yekin û her dijîn. Bi dîtina min, ew îro jî di nav dilên gelek ji me Êzdiyan de zindî rêbertiyê dikin û ewê nahêlin çirayên rihaniyên Êzdiyatîyê yên mîna bi karêxêrê Pîrê Arî û hwd.ê bêne vemirandin.
DIHA KU LI SER PÎROZIYA SIR Û KEREMETÊN DI EYDA BATIZMIYÊ DE HATINE PARASTINE Û HÊJÎ TÊNE NÛJEN KIRIN
Min di bernama danasîna Êzdiyatiyê*2 de, sir û kerametên Tawisî Melek û Xwedanên Êzdîtiyê , yên ku di diha û di zargotina li herêma Êzdiyên eşîra Çêlka*1(Torî û Çolî) de li ser wate û amadekariyên eyda Batizmiyê hatine parastine û têne nûjen kirin eşkere dane nasîn:
Pêşîn birayê Şêx Malo Şengalî ,bi bixêra navê Xwedê, Şîxadî û Pîrê Arî, diha vêxistina çiraya Xwedanê îda Batizimiyê ku Pîrê Arî ye ji bo hemû Êzdî û xêrxwazên Êzdîtiyê birêzkir:
Wextê miletê Çelkaniyê , roja êvara îdê ku roj çû ber ava, fitîlê Xwedanê xwe û Pîrê Arî li ber doşek û zadê xwe danîn, divê dûnavekî Êzdîtiyê anjî mezinê malê fitîl ku jêra dibêjin çira Pîrê Arî vêbixe , wê hingê vê „diha vêxistina çira yê“
bibêje:
Bi destûrê Xwedê û Xwedanê dihayê :
Çira , çira, ji lifê mirdanî
Ji nûrê siphanî,
ji tekbîrê rihmanî,
ji tekbîrê biukir,
ji tekbîrê Alah…………..
Melik Şêxisin, heq hebîb Alah
Meqlûb û mergeh sala
Silavê me li maqlûb ê,
li mergehê, Lalişê û Xwedanê qubehê.
Li cihê mehê- , li binê mehê
Li ciyê Êzdîxane dikişînê,
ber ebadet û sicûdehê.
Ya melik Şêxisin, ya Pîrê Arî,
Çirayêt we gûrrî bin,
simat û besatê- di mala we de dayîm bin.
Rêya te li ber Êzdî şerqê Şamê vekirî bin.
Zêhde ahlê îmanê , esil zemanê qayîm bin
Haweke me - li bangê axretê,
silav li yar û biayêt axretê,
rahmet li dê û bavê hazir û guhdêra,
mal û mezelê em tê da.
Vêca çaxê çêra têvêxistin pêve, gereke kesê çirayê vixistî sê cara bi dengê bilind bangbike û bibêje, gelî Êzdiya , gelî maliya sibê dawetnebiya Pîrê Arî ye.
Em î dikêmin û Xwedê yî tamame! Rahme li dêk û bavê hazir û guhdêran“*2
ZARGOTINA KU, LI SER SIR , KERAMET, WATE, ROJÎ Û HINEK NÎŞAN EYDA BATIZMIYÊ HATINE GOTIN
Her weha me vîdiyokilîpekî zargotina ku, keramet, wate, rojî û hinek nîşan eyda Batizmiyê eşkere dikir, di ekranê Çarpel Medya TV.yê de nîşankir*2
Birêz Şêxo yê ji eşîra Elî Reşanî di vîdiyokilîpê de bi kurtasî got, „min ev zanînên li ser îda Batizmiyê ji bapîrê xwe, yê ku 90 sal kiribû bihîstine . Li gorî gotina bapirê min digot, Pîr Alî li gundê Derdilê yê ku di herêma Mêrdîn ê û nêzîkî bajarê Heskîfê dahirbuye. Wî wextî li derdora gundê Derdilê gelek kaniyên avê hebûn e û Pîr Alî li wirê xwe weke merivekî asayî daye naskirin û buye şivanê pezê Rehbê(keşe,keşîş-papazê ber dêrê-k.t.) xaçparêz.
Wî wextî di gundê Derdilê de gelek şivanên dinê jî hebûne. Şivanan havînan pezê xwe timî anînine ser ava kaniyan avdane. Wan şivanên gund bala xwe danê ku, şivanê Rehbê xaçparêz di kele kela havîna de, qet pezê xwe nayîne ser avê û av nade. Ew diçin dibêjine keşe, „malava şivanê te pezê xwe qet nayîne ser avê û giliyê şivan dikin“. Keşe ti kêmasiyên şivan û pezê xwe nabîne, lê rojekê diçe şivanê xwe dişopîne û lê dinêre . Gava li pey şîvan diçe, dibîne ku şivanê wî gopalê xwe di erdê de çikandiye, kulavê xwe avîtiye serê û aveke mezin ji binê kulav dertê, pezê wî avê vedixo, mexel dibe, dûra gava şivan gopalê xwe ji erdê radike, ew ava di bin kulavê wî de jî hinda dibe. Wextê roj diçe ava şivan, berê xwe dide rojavayê û diha xwe dike. Keşe naçe ba şivan, vedigere tê malê. Wexta şivan êvarê pez tîne malê, keşe dibêje şivan, li min bibuhure, ez îro li pey şopa te hatim û min li şivantiya te rihênt. Min dît tû bi sir û keremetan pez di çêrînî û avdidî. Tû weke rihaniyekî Êzdiyan î, ne yê şivantiyê yî û te ez guhnekar kirim. Were ez û tû yê biçine nav Êzdiyên Torî – Çêlkiyan.
Roja keşe û Pîrê Alî(piyalî)diçine Torê nav gundê Êzdiyên Torî dibine mêvan, Rahib Pîr Alî bi Êzdiyên Torî dide nasandin. Êzdiyên Torî dibêjin , eger ku Pîr Alî bi keremete, bila ew vê Çêleka ku, me ji bo pîrozkirina îda xwe serê salê serjêkiriye, goştê xwariye û hestiyên wê avîtine cardinê saxbike, em ê hingê ji wî bawerbikin. Gava Pîrê Alî dihayê li çêleka serjêkîrî û goştê wê hatî xwarin dike, çêlek saxdibe. Êzdiyên Torî( êdî dibin Çêlkî) ji keremetên Pîr Alî bawerdikin, 7 roj û şevan ji bo wî kêf û şahiyê dikin. Li dorê dicivin û dibêjin, sirê wî weke yê Tawisî Melek in.
Ji ber ku Pîr Alî çêlekeke serjêkîrî sax kiriye, Êzdiyên Torî-Çêlkî pê bawerî anîne, Pîr Alî jî navê wan kiriye Êzdiyên Çelkî û Keşe jî bi zimanê xwe gotiye vê şahiya wan, Batizmî . Lewma Êzdiyên Çêlkî(Torî û Çolî), yên li herêma Tor Abdînê, ji wê rojê pêve navê kêf û şahiya xwe ya serê salê ra gotina , îda Batizmiyê.
Keşe û Pîrê Alî dûre çûne nav Êzdiyên eşîra Çêlka yên li „Qelaç-Çolê“. Wextê Êzdiyên eşîra Çêlka –Çolîyan jî îda Pîrê Alî çêdikin, hingê Pîrê Alî li wirê hinda buye û ti kesî hew Pîrê Alî dîtiye“*2.
DIHA KU LI SER PÎROZIYA SIR, KEREMETÊN PÎRÊ ARÎ Û EYDA BATIZMIYÊ HATIYE GOTIN Û HÊJÎ RIHANIYÊN ÊZDÎTIYÊ DIBÊJIN
Belê min di pey vîdiyokilîpê*2 de jî , min dîsa ji birêz Şêx Malo Şengalî hêvîkir, ew dihayekê li keda dayîk û bavên di vidiyokilîpê de û hemû Êzdiyên ku îda Batizmiyê li gorî zargotin û zanîna xwe, tevî rê, rism û nîşanên îda Pîrê Arî pîrozdikin bike û Xwedê jê raziyê Şêx Malo destpêkir got:
Ya rebî tû yî rehîm î,
tû melekê li erşê ezîm î,
ji enzel de tû qedîm î,
Ya Xwedê,
tû 72 mileta bêye rahmê,
li serê ser balgiya,
girtiyê hebsiya,
li rêberê rêya,
li barê ketiya
li kesîfa, belengaza, li bira,
li bapîra û me jî vêra---
Bi maş bin, bi berat bin,
bi kur , qîz û dewlet bin,
bi erkan marîfet î îman bin
Sifra sifra we , Xwedê û Birahîm Xelîl be,
kêm ne be, bi xem ne be
risqê û malê we zede be.
Hêcî dabû ev taham
Bihişt lê dibû amqam
Dojeh lê dibû heram
Bi himeta Şîxadî û melik Şîxisin
elêkim û we selam.
Zadê we ji xizîna Şîxadî be,
Hêveynî ji kaniya spî be,
Şîxadî , melik Şîxisin û Pîrê Arî
dihayê li vê keda we biken,
û xêra we qebûl bikin.
Bi çilexaneyekê,
bi gayekî,
bi simat û besatekê
Pîrê Arî diha lê bike
Û xêr û xilmetê vê malê,
û Êzdiyan tamama qebûl bike
Emî kêmin, Xwedê yê tamame.“*2
Dê berdewam bike- Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê
*Çavkanî:
1- Kemal Tolan- „Êzdiyên li Çêlkiya :
Çêlkanî ji du heremên Êzdiyan re tê gotin :
- Êzdiyên Qûlika (Çolî- anjî Êzdiyên Qelaçê Dasika- li derûdora Cizîrê, Silopî û Nûsaybînê diman.)
- Êzdiyên Torê (li derûdora Mêrdînê, li Midyadê û Kercewsê diman )
Ji bo zêdetir agahdariyan , binêre li *Kemal Tolan, dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de- Çapa 3- izmir 2021, rûp.:108-114.
2- Çarpel Mediya tv.-Bernama danasîna Êzdiyatiyê :
https://www.facebook.com/KemTolan/videos/484449263612699
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin