Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Statuya Hiqûqî ya PKKê ne hemanstatuya hiqûqî yên Rêxistinên Kurdistanê ne (II)

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Min nivîsan û got ku “hîç şik tune ye ku dewletek serweriya xwe bi hêza xwe ya qanûnî dimeşîne. Li derveyî hêzên fermî yên dewletên hêzên din ne qanûnî ne. Di heman dem de ji bona serweriya dewletekê jî xeter e. Loma PKKê û hemû hêzên din yên ne fermî û ne hiqûqî û bi taybetî wek PKKê biyanî û dagirker ji bona Dewleta Federal ya Iraqê jî xeter in.

Dewleta Iraqê ji bona serweriya xwe û otoriteya xwe ya siyasî ava bike, hiqûqê desthilatdar bike vê yekê dike. 

Dewleta Federe ya Kurdistanê jî beşek ji Dewleta Federal ya Iraqê ye. Divê biryara Dewleta Federal ji aliye Dewleta Federe ya Kurdistanê ve jî pêk bê.

Loma divê siyasetvan û kurdperwerên Bakurê Kurdistanê bizanin ku Dewleta Federal ya Iraqê ji bona serweriya xwe û ji bona sîstema xwe ya hiqûqî biparêze, ji bona ku hêzên ji derveyî hiqûqê yên ne qanûnî ne, çekdar û terorîst in, ji bona ku tasfiye bike tîfaqa xwe ya Dewleta Tirk dimeşîne. 

PKKê jî rêxistine ne qanûnî ye loma divê tasfiye bibe.”

                        &&&&&

Li hemberî ev nerînên min beşek kurdperweran diyar kirin ku statuya hiqûqî ya kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê¸statuya hiqûqî ya PKKê wek hevûdu ne û xwediyê heman hiqûqê ne.  

Ev nerîn û hişmendiya gelek şaş e. Ji bona ku şaşiya vê nerînê zelal bikim, divê ev hişmendiya xeter analiz bikim.

Divê ez di despêkê bibêjim ku ev nerîna şaş û xeter e. Ji nezanî û  jî şaşiya fahma hiqûqê derdikeve holê. 

Loma jî divê ez wateya hiqûqê pêşkêş bikim; pişt re jî hiqûqa çar dewletan û statuya PKKê û rêxistin û kurdperweran li hemberî hiqûqê çiye we peşkeş û zelal bikim.

Hiqûq xwediyê dîrokeke kevn e. Bi destpêka medeniyete derkete holê. Di sala beriya Zayina Îsa beriya 3000 salan li Misira Entîk dest pêkir. 

Heger hiqûq bi wateyeke fireh bê terîf kirin bi wateya teknîkî hiqûq: Di civateke xwe  bi dewletê rêxistinkirî de peywendiyên  kesên û hemwelatiyên xwe di wê civatê de jiyana xwe didomînin de û bi grûbên bi hev re jiyan dikin re û peywendiyên wan grûban; pêwendiya hemwelatiyan dewletê û mafên hemwelatiyan bi hev re tanzim dike. Ji bona ewlekariya hemwelatiyan û mafên însanî tesis bike û biparêze bi hêza dewletê piştgir dibe û herkesi-her hemwelatiyekî girêdide. 

Hiqûq, di civatê pewendiyên xwe ji aliye orf û edetan, kevneşopiyan û olan de tên tanzim kirin de, xwediyê cûdayekî ye.  

Hiqûq Xwediyê pîvanên giştîbûn, nemişaxes (soyut), domdarî, herkesi girêdidê ye.

                                    &&&&&

Li Iraqê piştî sala 2003-an hiqûqe federal hat pejirandin. Li Kurdistanê jî ew hiqûqa hat qebûl kirin. Her çiqas xwediyê kêmasiyekê be jî hiqûqeke demokratik e. Her neteweyek û kêmneteweyek xwe bi azadî dikare organize bike, hemwelatî bi azadî dikarin bîrûramanên xwe bînin ser zimên. Hu herêm hene, herêma ereban û herêma kurdan. Herêma Kurdistanê federe ye. 

Ji derveyî vê hiqûqe tevgerandin ne hiqûqî dibe.

PKKê ne rêxistineke Iraqê ye. Ne rêxistineke Başûrê Kurdistanê ye. 

PKKê di heman dem de rêxistineke çekdar û dagirker û terorîst e. 

Loma jî PKKê li Iraqê û Herêma Kurdistanê gelek aşkere rêxistineke ne hiqûqî û ne kanûnî ye. 

Bi taybetî jî dixwaze ku beşek Dewleta Federal ya Iraqê, Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rake. 

Li dijî hiqûqa neteweyî ya Kurd-Kurdistanê tevdigere. Xizmetî dewleta kollonyalîst ya Îranê dike. Bi hêzên terorîst re xwediyê tîfaqekê ye. Gelek gundên Kurdistanê û Şengal dagirkirine.

Loma statuya PKKê li Iraqê wek statuya Rêxistinên Başûrê Kurdistanê û kurdperweran dîtin, tiştekî absurd û ne aqilane ye. Di hemandem de li dijî Neteweya Kurd û Rêxistin û kurdperweran ne. 

Encama vê rewşê jî PKKê li Iraqê wek rêxistineke ne hiqûqî û qanûnî hat pejirandin. 

Lê Rêxistinên Kurdistanê di desthilatdariya Dewleta Federal ya Iraqê de cı digrin. Di Parlamentoyê de xwediyê parlamenteran e. Serokomarê Iraqê jî fermî kurd e. Li Kurdistanê desthilatdar û serwer in.

                                    &&&&&

PKKê ne rêxistineke Îranê û Sûriyeyê, ne jî rêxistina Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye jî. 

PKKê li Rojhilatê Kurdistanê dixwaze îradeya neteweya Kurd xesip bike. 

Li Rojavayê Kurdistanê îradeya neteweya Kurd xesîp kiriye. 

Her çiqas Dewletên Îran û Sûriye, PKKê wek rêxistineke terorîst û ne hiqûqî nas jî nekin, gelek aşkere ye ku li dijî hiqûqa wan e jî. Lê ji bona berjewendiya xwe ya dewletbûnê wek rêxistineke ne hiqûqî nas nakin û li hemberî neteweya Kurd û êxistinên wan bi kar tînin. 

Îran û Sûriye, rêxistinên Kurdistanê ne hiqûqî û ne legal nas dikin. Ji bona ku rêxistinên Kurdistanê ji holê rakin him bi xwe û him jî bi rêya PKKê dixwazin wan ji holê rakin û tasfiye bikin.

Lê aşkere ye ku Statuya PKKê li dijî hiqûqa neteweyî ya Kurd e.

Li Rojhelatê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi Rêxistinên Kurdistanê re ne xwediyê heman statüye ye. 

                           &&&&&

PKKê, li Tirkiyeyê ji bona tasfiyekirina Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê hat proje kirin û wek rêxistineke operasyonel hat ava kirin. Di hemandem de PKKê li hemberî desthilatdariya sivîl ya Tirk jî bi kar hat anîn, ji bona Derbaya Faşıst ya 12ê İlona 1980 kirin hecet. 

Pişt re jî hêzên dewleta kur ya Kemalîst ew bi kar anîn û hîn jî tînin û bi PKKê re tîfaq dikin.

Ji bona vê yeke statuya rêxistinên Kurdistanê û Statuya PKKê li Tirkiyeyê jî ji hevdû cüda ne.

PKKê ji aliye hiqûqa neteweyî ya kurd jî, ji rêxistinên Kurdistanê ve li dijî hevdû ne û ne rewa ye.

Tetwan, 19. 09. 2024

 


 

Önceki ve Sonraki Yazılar