Stefan Zweig li ser Abdullah Cewdet nivîsiye (1903)

Stefan Zweig li ser Abdullah Cewdet nivîsiye (1903)

.

A+A-

Destpêka sedsala 19an û destpêka sedsala 20an gelek ronakbîrên Osmanî (Tirk, Kurd, Arnawûd û ji gelên din) li hemberî zordestiya Abdulhamîd II li gelek welatên Ewropayê bi rêyên demokratîk tekoşîneke berfireh dane. Ew bi giştî bi Fransî “Jeunes-Turcs“ (Tirkên Ciwan) hatine navandin, li her welatê Ewropayê belav bûne. Bi rêya derxistina kovar û rojnameyên pir-zimanî tekoşîna xwe tîrtir kirine. Yek ji wan kesên ku di nav wan de gelek navdar bûye jî nivîskar, helbestvan, weşanger û doxtorê kurd Abdullah Cewdet (1869-1932) e. Di sala 1902an de pirtûkeke wî ya helbestan bi navê “Lîra Tirkî: Agirê bihuştê û Gulên dojehê” (La Lyre Turque: Feux de paradis et Roses d'enfer) bi pêşgotina helbestvan û nivîskarê fransî Gustave Kahn (1859-1936) li Viyenayê hate weşandin. Navê nivîskar li ser bergê pirtûkê wiha hatiye nivîsîn: “Abdullah Djevdet Bey”. Salekê şunda (1903) vê carê nîvîskarê Awisturyayê yê navdar Dr. Stefan Zweig (1881-1942) di derbarê vê pirtûka Abdullah Cewdet de bi almanî danasîneke kurt dinivîse û di pêveka rojnameke almani de (Beilage zur Allgemeinen Zeitung, 23-2-1903) diweşîne. Zweig wek cihûyekî alman li Awistûryayê hatiye dinê. Wî, nasnama cihû û Ewrûpayê gihandiye hev, di dawiyê de bûye nivîskarekî Awistûryayê yê gelek navdar. Çawa li vir jî xuya dibe gelek têkiliyên Abdullah Cewdet ligel ronakbîr û nivîskarên ewrûpî çêbûne. Dokumentên bi vî awayî ji bo lêkolînên li ser têkiliyên kurd û dorberên çandî yên welatên ewrûpî gelek giring in. Ev têkiliyên Abdullah Cevdet, serpêhatiya Leyla Bedirxanê tîne bîra me ku cara pêşîn di sala 1924an de li Awistûryayê derketiye ser dikê. Wek tê zanîn îsal 100 salîya jîyana hunerî ya Leyla Bedirxan tê pîroz kirin!

Ev nûçeya balkêş ku berî 120 salan di rojnameke Alman de derketiye demeke dirêj wisa di arşîva min de maye. Berî çend heftan min ew ji hevnavê Dr. Abdullah Cewdet, Dr. Abdullah Incekan re şand ji bo ew vê tekstê ji almanî wergerîne kurdî. Ji ber vî karî gelek spasî Incekan dikim.

 

Abdullah Cewdet û bergê pirtûka wî ya helbestan (1902)

 

***

“Abdullah Cewdet Beg: Helbet pirr balkêş e, gava nivîskarekî Tirk -di ser de jî yek ji şairên herî muhîm ê welatê xwe-  kitêbeke helbestên Fransizî diweşîne; lê meriv li hember vê berhemê ne adil e, gava tenê bi çavê balkêşbûnê lê mêze bike. Abdullah Cewdet Beg, ku kitêba wî ya pêşîn a helbestan Fievres D’ame Ernst Reynaud bi pêşgotinekê pêşkeş kiribû, şairekî bi hêzeke mezin e û xwedîyê qîmeteke bêhempa ye. Di berhema xwe ya pêşîn da ew hê bi şekil va mijûl bû; bi wan motîfên gelemperî yên ji rêzê, ku di her zimanî da bi awayekî rûdidin û ‘şairtîyê‘ hêsan dikin lê tenê rê li ber şairên heqîqî digrin. Ancax bi vê berhema di destê me da wî rêyek li hember kesayetîya xwe ya nazenîn vekiriye. Ew mestbûna xewnên xwe yên hê carna di bin vîzyonên Baudelaire da hatine rêstin, bi formeke mukemel kiriye berhem û ji bo xemgînîyên xwe yên şexsî wî melodîyên bi hesret dîtine:

Tu destî nekaribû încîya (mirwarî) kedera min qût bikira/jêbibira

Xewnên min di kul û derdên sar de cemidîn

Hîva şêlû ya di nav ewr de

Awirên wê yên bi merhamet ku nedihatin texmîn kirin, hebûn.

Sûretên wî bi îhtişam çirûsk didin. Gustave Kahn di pêşgotina xwe da texmîn dike ku wî di wan da tesîra çanda welatê xwe dîtiye; lê wî Heine jî kiribû bin vê tesîra han. Ji bo kesê pispor nîşana xemgînîyê ye ku îro ro jî Pêşengên Fransizên di heqê berhemên Almanan da xwedîyê kêm zanînan in. Lewra têkilîya Cewdet Beg bi Heine ra tune, ew wî nas nake jî; ew bi temamî ketîye nava ruhê zimanê Fransizî; wisa bi hostayî ji heqê riste û rîtman dertê, ku lêgerîneke bi zehmet e, da çi li edebîyata Fransizî zêde kirîye. Lê bi her awayî ew kesayetîyeke kamil û muhîm a şairekî ye, ku li cem “Fransaya nû” miheqeq tenê bi qedr û qîmet e”.

Werger: Abdullah Incekan

Stefan Zweig û danasîna wî ya li ser Abdullah Cewdet (Beilage zur Allgemeinen Zeitung, 23-2-1903)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin