Stenbol: Dadgehê biryara berdana 7 rojnamegeran da

Stenbol: Dadgehê biryara berdana 7 rojnamegeran da

.

A+A-

Dadgehê biryara berdana 7 rojnamegerên ku di xwenîşandanên li dijî girtina Ekrem Îmamoglu de hatin desteserkirin da.

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê 7 rojnameger bi tohmeta “dijayetiya yasaya civîn û xwenîşandanan” hatibûn desteserkirin û bi biryara dadgehê hatibûn girtin.

Piştî nerazîbûnan dadgehê biryara berdana rojnamegerên bi navên Yasîn Akgul, Bulent Kiliç, Alî Onur Tosun, Hayrî Tunç, Kurtuluş Ari, Gokhan Kam û Zeynep Kurayê da.

Piştî lêpirsînên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û desteserkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu CHPyê dest bi çalakiyan kiribû.

Di çalakiyan de nêzîkî hezar û 500 kesî hatin desteserkirin ku di nava wan de rojnameger jî hebûn.

Destpêkê dozger biryar da ku rojnameger Yasîn Akgul, Alî Onur Tosun, Bulent Kiliç, Zeynep Kuray, Kurtuluş Ari, Gokhan Kam û Hayrî Tunç bi şertê kontrola dadî werin berdan.

Piştî demeke kin dozger biryara xwe guherandibû û hemû rojnameger hatibûn girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin