Stenbol: Ji bo muzîka kurdî guhdar kirin tûşî êrîşeka dijwar bûn
Navê karkiran Selîm Înan, Ezber Teklî û Jîyar Çakmakçî ye û wan rakirine nexweşxaneya Goztepê da derman bibin.
A+A-
Li gor nûçeyeka beşa tirkî ya DIHA yê; li parkeka taxa Unalana Uskudar a Stenbolê sê ciwanên kurd yên karkir ji ber ku muzîka kurdî guhdar kirine marûzê êrîşeka dijwar bûne.
Grûbeka nîjadeprestên tirkberê bi gotinan karkirên tacîz kirine; pişt re êrîş birine ser wan û birîndar kirine. Piştî bûyarê kurdên taxa Unalanê çûne parkê da zanibin çi qewimîye lê polis bi gaza îsotê midaxaleyê wan kiriye.
Navê karkiran Selîm Înan, Ezber Teklî û Jîyar Çakmakçî ye û wan rakirine nexweşxaneya Goztepê da derman bibin.
Îsal ev çend car in bûyarên weha li metrepolê diqewimin û wer xwiya êdî bûyarên weha di civatê de ’normal’ dihên dîtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin