STENBOL- Kurdistan bi alaya xwe temsîl kir

STENBOL- Kurdistan bi alaya xwe temsîl kir

.

A+A-

Keça Kurd Yaran Yadgar Esstêre li Istanbul MUNê de nûnertiya Herêma Kurdistanê dike û çand û dîroka Kurdan bi ciwanên welatên cihanê dide naskirin.

Li bajarê Stenbolê bernameya Modela Neteweyên Yekbûyî (MUN) a ji bo ciwanan hat lidarxistin.

Bernameya Istanbul MUNê 4ê Tîrmehê dest pê kir û dê heta 7ê vê mehê berdewam bike.

Armanca bernameyê ew e ku ciwanên beşdar li ser mijar û krîzên cihanî pêşniyazên aştiyane û demokratîk pêşkêş bikin û bi dîplomasiyê xizmeta aştiya cîhanê bikin.

Di nav 100 welatan de li ser navê Herêma Kurdistanê keçeke 15 salî jî beşdarî bernameyê bûye.

Keça Kurd Yaran Yadgar Esstêre li Stenbol MUNê nûnertiya Herêma Kurdistanê dike.

Yaran bi zimanê Îngilîzî ji ciwanên welatên cîhanê re behsa Herêma Kurdistanê û çand û zimanê Kurdî dike.

Yarana ku bi Alaya Kurdistanê tevlî lûtkeyê bû ji Rûdawê re da zanîn ku ew dixwaze hemû cîhan Kurdistanê nas bike.

Tiştekî balkêş jî ew e ku nûnerê welatê Îraqê jî xwendekarekî Kurd ê bi navê Diyar İbrahîm Bahaedîn e.

Yaran Yadgar Esstêre 15 salî ye û ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji bo tevlî bernameya Stenbol MUNê bibe berê xwe daye Stenbolê û di nav 100 welatan de nûnertiya Herêma Kurdistanê dike.

Yaran Yadgar Esstêre xwendekara pola 12an e û bi zimanê Îngilîzî ji ciwanên welatên cîhanê re behsa Herêma Kurdistanê dike.

“Dixwazim xelk Kurdan nas bike”

Yarana ku bi Alaya Kurdistanê tevlî lûtkeyê bûye ji Rûdawê re da zanîn ku ew dixwaze hemû cîhan Kurdistanê nas bike.

Nûnera Herêma Kurdistanê ya MUNê Yaran Yadgar Esstêreyê wiha got:

“Ez ji bo Kurd zêdetir bên naskirin hatim vê bernameyê. Dixwazim em Kurd li çalakiyên bi vî awayî de cih bigirin da ku xelk zêdetir Kurdistanê nas bike.

Zimanê Kurdî pir girîng e ji bo me. Lazim e her Kurd zimanê xwe zanibe."

Diyar İbrahîm Bahaedînê 19 salî jî ciwanekî Kurd ê ji Hewlêrê ye û li ser navê Îraqê beşdarî MUNê bûye.

Ew jî serbilind e ku wekî Kurdekî di nav bi hezaran xwendekaran de ji bo nûnertiyê hatiye hilbijartin.

“Ez behsa Kurdistanê dikim”

Nûnerê Îraqê Diyar İbrahîm Bahaedîn jî li ser beşdariya xwe wiha got:

“Ez xwendekarê zanîngehê me lê ez li ser navê Îraqê li vir amade me.

Di nav konferansa Neteweyên Yekbûyî de ez mijarê tînim ser Kurdistanê û behsa wê dikim."

100 welat beşdarî bernameyê bûne

Nêzîkî 100 welatî beşdarî vê bernameyê dibin ku dê 4 rojan berdewam bike.  

Nûnerên ciwan ên ji welatên wekî Pakistan, Libnan, Îran, Ermenistan û Slovakyayê jî beşdarî bernameyê bûne.

Nûnerê Pakistanê û Koordînatorê Bernameyê Fasih Soleyman jî li ser naveroka bernameyê wiha got:

"Ji gelek welatên cîhanê delegeyên me hatine vir. Wekî delegeya Kurdistanê.

Delege derbarê çanda welatên xwe de diaxivin û pêwendiyeke xweş çêdibe."

Nûnera Libnanê Reyna Muezehê jî da zanîn ku bi saya bernameyê ew fêrî gelek tiştan bûye.

“Em Kurdan baş nas dikin”

Nûnerê Slovakyayê Jacob jî behsa Kurdan kir û wiha axivî:

“Em demekê li Enqereya Tirkiyeyê man. Wê demê em diçûn Kurdistanê û dihatin. Me gelek Kurd nas kirin em çanda wan baş nas dikin."

Armanca Neteweyên Yekbûyî bi van bernameyan ew e ku ciwanên beşdar li ser mijar û krîzên cihanî gotûbêjan bikin û ji bo aştiya cîhanê dîplomasiyeke çandî û mirovî bê duristkirin.

Bernameya Modela Neteweyên Yekbûyî her sal li welatekî cuda tê li darxistin.

 

RÛDAW 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin