Stranbêjê Kurd ê Çolemergî dolarên xwe avêt rûbara Zapê
Aydin Aydin demekî di TV6/Kurdî de bi navê ”Çepik” programekê birêve dibir. Wer xuya ye ew xweş fêrê çepikan bûye û bi çepikan xweş dilîze!
Stranbêjê Kurd yê Çolemrgî Aydin Aydin li ser banga serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ew jî li gundê xwe yê Xezekyan çalakîyekê li dar xistîye û dolarên xwe avêtîye rûbara Zapê.
Herweha ew stranekî li dijî dolarên Amarîkayê tomar kiriye û pesnê lîrayê tirk û welatê xwe Tirkîyeyê daye û gotîye; li ser gotina serokkomarê xwe Erdogan ew vê çalakîyê li dar xistîye û xwestîye para wî jî hebe ku listîka li hember Tirkiyeyê dihê listîn vala derkeve.
Berê jî ew wexta Tirkiyê balafira Rûsiya xistibû û Rûsîya ambargo danûbû ser Tirkiyeyê, Aydin Aydin albumên xwe yên ku têde klibên mankenên rûs hebûn, şewitandibû û Rûsyayê protesto kiribû.
Aydin Aydin demekî di TRT6/Kurdî de bi navê ”Çepik” programekê birêve dibir. Wer xuya ye ew xweş fêrê çepikan bûye û li ber çepikan xweş direqise!
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin