Suleyman Çevîk: Hefteyê 2 saetan dersa Kurdî têr nake û sosretek e

Suleyman Çevîk: Hefteyê 2 saetan dersa Kurdî têr nake û sosretek e

.

A+A-

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk ragihand li ser dersa Kurdî got, "Ji bo bi milyonan miletekî hefteyê 2 saetan dersa Kurdî têr nake û sosretek e. Daxwaze me ew e ku ew ders bibe mecbûrî."

Li Tirkiye û Bakiurê Kurdistanê dema hilbijartina dersa hilbijartî ya Kurdî dest pê kir.

Malbat dikarin heta 17ê Sibatê li dibinstanên seretayî dersên Kurdî hilbijêrin.

Saziyên sivîl, weşanxane û aktivîstên zimanên Kurdî ji bo malbat dersa hilbijartî ya Kurdî hilbijêrin dest bi kampanyayan kir.

Suleyman Çevîk bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û li ser dersa Kurdî bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Berpirsê Giştî yê Nûbiharê diyar kir ku ew dixwazin ev ders bibe mecbûrî û got, "Ji xwe hilbijartîbûna dersê bi xwe sosretek e.

Yanî tu bixwazî dersê bigirî, tu naxwazî dersê negirî ev sosretek e."

“Em dixwazin dersa Kurdî bibe mecbûrî”

Rêveberê Nûbiharê behsa xebatên astengiyên li pêş dersa Kurdî kir û wiha domand:

“Ji bo zarokên Kurdan hefteyê 2 saetan dersa hilbijartî ya Kurdî sosret e.

Daxwaze me ew e ku ew ders bibe mecbûrî. Em dixwazin zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.

Bi awayê terchkirî ev têr nake. Gelek astengî li pêşiya vî karî hene. Astengiyên siyasî hene. Em dikarin gelek tiştan bijmêrin.

Ji bo bi milyonan miletekî hefteyê 2 saetan dersa Kurdî têr nake û sosretek e.

Ji xwe hilbijartîbûna dersê bi xwe sosretek e. Yanî tu bixwazî dersî bigirî tu naxwazî dersê negirî ev sosretek e.

“Siyaseta Kurdî xemsar e”

Astengî û tirsên rêveberan hene. Tirsa xelkê heye. Ji ber wê însan gelek ji wan nêzîkî vê meseleyê nabin.

Xemsariya siyaseta Kurdî jî heye.

Bi hewldana hinek rêvebaran, şexsiyet û weşanxaneyan, medyaya Kurdî û bi helwesta wan bi hezaran xwendekar tercîh dikin.

Ev divê zêde bibe. Bi milyonan Kurd hene, 20 hezar, 30 hezar 40 hezar kes hilbijêrin kêm e helbet. Daxwaza me ew e ku ev zêde bibe.”

“Ziman bingeha her tiştî ye”

Suleyman Çevîk ziman şiband dara çinarê û wiha domand:

“Ziman wekî dara çinarê ye kok e, eger em wê dara çinarê wekî ziman bibînin mamik, heyranok, lawik lê bar dibin.

Tiştekî ku koka wê nebe jixwe tiştekî din jî lê bar nabe. Di bingeha her tiştî de ziman heye.

Ji bo însan dersan tercîh bikin beriya her tiştî divê atmosfer biguhere. Pêwîst e atmosfereke rihet were meydanê.

Însan divê bê tirs û bê xem tercîh bikin. Mixabin 100 sal e, zimanê Kurdî bi tiştên din hatiye binavkirin.

Dema ku behsa Kurdî tê kirin wekî ku behsa terorê tê kirin wisa tê hesibandin.

“Divê tirsa ziman ji nav xelkê rabe”

Xebateke çandî çawa bi terorê were binavkirin pêwîst e ew tirsa ji nav xelkê rabe.

Xelk divê bizanibe ku ti eleqeya vê bi terorê bi tundiyê re nîne.

Tiştekî siruştî ye û parçeyek ji însana ye. Ev divê wisa bê qebûl kirin. Ev xala yekem e.

 Ya duyem ew e ku divê em zorê bidin dewletê û siyaseta Kurdan da ku bînin rojevê û rayedarên dewletê divê vê meseleyê normalîze bikin.”

“Divê ji bo ziman yasayên nû derkevin”

Berpirsê Nûbiharê Çevîk da zanîn ku divê Kurd beriya he tiştî meseleya ziman bînin rojeva û wiha got:

“Niha behsa aştiyekê, pêvajoyekê tê kirin. Heger mesele hal bibe divê beriya her tiştî meseleya ziman were çareserkirin.

Dewlet divê hin biryarên nû bistîne. Pêşiya ziman veke. Di pêvajoyê de divê beriya her tiştî em meseleya ziman bînin rojevê.

Heger dê tiştek pêk were divê zimanê me qezenc bike û îmkanan bi dest bixe. Li gorî yasayan û qanûnê ji bo ziman biryarên nû derkevin.

Sazî û dezgehên Kurd jî divê zorê bidin dewletê û bibêjin meseleya me ya herî sereke û muhîm ziman e.

“Divê statuyeke ji bo ziman were xwestin”

Divê statuyeke ji bo ziman were xwestin û ziman ji zimanê tercîhê were derxistin.

Divê Kurdî bibe neçarî dersa hilbijartî kes naxwîne xwendekar jî jê sar dibin.

Xwendekar dê 8 salan ji neçarî bi Tirkî bixwînin lê dê 2 saetan Kurdî tercîh bikin ev nabe.

Heger vê qanûnê ji bo Tirkan derxin belkî Tirk jî neçin wan dersan.

Divê em zorê bidin siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar û rayedarên xwe dezgehên xwe da ku ji bo vê meseleyê helwestekê nîşan bidin.

Dema bi dewletê re rûniştin ji dewletê re bibêjin ku vê meseleyê çareser bikin.

Dema pêvajoya çareseriyê karê me gelekî baş bû. Beşên kurdolojiyê vebûn televîyon vebû. Zarok diçûn di wan dibistanan de dihatin qeydkirin.

Zimanê Kurdî jî wekî dersa hilbijartî 4 salan di dibistanan de dihat xwendin. Tesîra van tiştan li ser karê me heye.

“Li Fuara Amedê pirtûkên me yên zarokan hemû hatin firotin”

Di nava 2-3 salên dawî de me nêzîkî 30 pirtûkên zarokan çapkirin.  Di Fuara Pirtûkan a Amedê de pirtûkên me yên zarokan hemû hatin firotin.

Ez wisa texmîn dikim ku ev jî ji ber dersa Kurdî ye ya ku xwendekar hildibijêrin.

Li gorî salên berê eleqeyeke baş ji bo zarokan heye. Em jî pirtûkên baş ji bo zarokan amade dikin û edîtoriyeke baş dikin.”

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin