Sullivan pesnê HSDê da
.
Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîkayê pesnê HSDê da di şerê zindana Sinaa ya Hesekê de û tekez kir ku ew dê li ser hevkariya hevpeymanên xwe berdewam bin. HSDê duh bidawîhatina operasyonên paqijkirina zindana Sinaa ragihandibû.
Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Suliivan behsa êrişa DAIŞê ya li ser zindana Sînaa ya Hesekê, hebûna bi hezaran çekdaran li Rojava, berdewamiya gefa wê rêxistinê û şerê şervanên HSDê yê li dijî wê rêxistinê kir.
`Rijdbûn û wêrekiya HSDê`
Jake Sulivan diyar kir, bi saya “rijdbûn û wêrekiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku gelek qurbanî dan”, DAIŞê nekarî careke din derbasî nava zindanê bibe ku dîsa xwe rêk bixe.
Sulivan ragihand, “hovîtiya DAIŞê di êrîşê de nîşan dide ku çima divê ew nehêlin DAIŞ xwe nû bike û çima divê welat rewşa bi hezaran çekdarên DAIŞê li girtîgehên ne guncaw çareser bikin.”
Jake Sulivan diyar jî kir, “DAIŞ heya niha gefeke cîhanî ye, pêwîstî bi çareseriyeke navdewletî heye. Amerîka pabendî karê yê hevbeşiya li gel Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ji bo şikandina DAIŞê.”
Operasyonên HSDê
HSD ragihand ku operasyona paqijkirina zindana Sinaa li taxa Xiwêran ya Hesekê bi dawî hat û biryar e îro di konferanseke rojnamevanî de, amar û datayên wê operasyonê rabigihînin.
HSD ragihandibû, “Di çarçoveya pêngava operasyonên berfireh ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞê de dest pê kirine, em radigihînin ku operasyona lêgerînê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi dawî bû, her wiha radigihînin ku operasyonên lêgerînê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li avahiyên bakurê girtîgehê yên mayî bi dawî bûn.”
Hevpeymaniya Navdewletî: Piraniya êrîşkaran teslîm bûn
Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ'ê jî ragihandibû ku HSDê bi operasyoneke serkeftî ew dever ji çekdarên DAIŞê paqij kiriye.
Di daxuyaniyê de bal hatiye kişandin ser wê yekê ku HSDê bi piştgiriya Koalîsyonê li derdora girtîgehê kontrola xwe didomîne û hat gotin, “Bersiva lezgîn a HSDê ya li hemberî êrîşan û hewldanên wê yên di tevahiya têkoşînê de hejmara qurbaniyan kêm kir. Rewş bi danûstandinan hat kontrolkirin û di encamê de piraniya êrîşkaran teslîm bûn û dîl hatin berdan. Herwiha HSDê serkirdeyên payebilind ên DAIŞê bi awayekî serkeftî girtin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin