Supaya Pasdaran: Li Sineyê li dijî 'dijberên şoreşê' operasyonek hat lidarxistin
.
Fermandariya Supaya Pasdarên Îranê dibêje, wan operasyonek li dijî "dijberên şoreşê" li devera Kosalan a bajarê Sewlawa ya Sina ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Supaya Pasdarên Îranê red dike ku pasdarek li Kosalanê hatibe kuştin.
Fermandarê Qerergeha Hemze ya Seyîd Şuheda Mihemedteqî Usanlu diyar kir ku li herêma Kosalanê ji bo nehîştina “endamên komên dijberê şoreşê” operasyon hatiye destpêkirin û “Heta nehîştina kesê dawî dê operasyon berdewam bikin.”
Mihemedteqî Usanlu destnîşan kir, herêma Kosalan hatiye “pakkirin” lê hinek endamên “endamên komên dijberê şoreşê xwe veşartine” û operasyon ji bo nehîştina wan hatiye kirin.
Di rojên derbasbûyî de, Supaya Pasdaran deverên çiyayî yên Kosalanê topbaran kirin û li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, şer û pevçûn di navbera Supaya Pasdarên Îranê û PJAKê de derketibû û endamekî pasdaran hatiye kuştin.
Ragihandina artêşa Beytûl Muqedes kuştina endamê Supaya Pasdarên Îranê red kir û got ku kesek ji wan nehatiye kuştin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Supaya Pasdarên Îranê ji roja Duşemê ve hêzeke mezin şandine devera Kosalanê û bi dronan çavdêriya wê deverê dikin.
Di çend hefteyên borî de, Supaya Pasdarên Îranê hêzên xwe yên giran derbasî navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê kiribûn. Fermandeyên Pasdarên Şoreşê herî dawî gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwaribûn ku eger asayîşa navçeyên sînorî têk bidin dê êrîşî wan bikin.
Navenda Qerargeha Hemze Seyîd Şuheda li Urmiyê ye ku di destpêka salên 1980an de di dema şerê Supaya Pasdarên Îranê bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re hate avakirin. Erka sereke ya wê navendê şerê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin