Sûrî: Tirkiyê rêkeftina Edenê binpê kiriye
Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek li ser Rêkeftina Edenê ku di serdana Erdoganî bo Rûsyayê de hatibû rojevê got: Ji 2011ê vir de, Tirkiyê, bi piştevaniya terorîstan û dagirkirina xaka Sûriyê, Rêfeftina Edenê binpê dike.
A+A-
Wezareta Derve ya Sûriyê, li dijî daxuyaniyên dawîn ên Erdoganî yên li ser Rêkeftina Edenê ya 21 sal berê,bertek nîşan da û got, Tirkiyê, ji 2011an vir ve, bi piştevanîya terorîstan û dagirkirina xaka Sûriyê, rêkeftina Edenê binpê dike.
Peywirdarekî ku beyî navê xwe eşkere bike, ji televîzyona fermî ya Sûriyê re wisa got:
"Sûrî bi çi awayî be bila bibe, piştgirê Rêkeftina Edenê ya ku di derbarê têkoşîna li dijî her cure terorîzmê de ye û pabendî wê ye. Lê rejîma Tirkiyê, ji sala 2011an heta îro, bi sponsorî û piştevaniya terorîzmê, bi rahênana terorîstan, bi hêsankirina anîna wan a nav xaka Sûriyê û herwiha bi terorîstên girêdayî xwe yan jî rasterast bi leşkerên Tirkiyê dagirkirina xaka Sûriyê, vê rekeftinê binpê dike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin