SÛRIYE - 3 Ciwanên Kurd bi hinceta ‘wêneyê Bavê Teyar’ hatin revandin

SÛRIYE - 3 Ciwanên Kurd bi hinceta ‘wêneyê Bavê Teyar’ hatin revandin

.

A+A-

3 ciwanên Kurd dema ji Şama paytexta Sûriyeyê vedigeriyan Qamişloyê bi hinceta ku wêneyê Bavê Teyar di telefona wan de ye hatin rewandin û şkencekirin.

Malbateke Kurd ji bo tedawiyê bi otomobîla xwe ji Qamişloyê çûbû Şamê û hefteyekê li Şamê mabû.

Li gorî zanyariyan li ser rêya vegerê li bajarê Himsê, çekdarên gîrêdayî Rêveberiya Operasyonên Leşkerî 3 welatiyên Kurd girtin û şkence kirin.

Çekdaran li xala kontrolê ya Himsê otombîla wê malbatê ragirtin û nasnameyên wan ji wan xwestin.

Hat zanîn ku di otombîlê de 3 jin û 3 mêr hebûn û çekdaran her sê mêr ji otombîlê daxistin û şkence li mêran kirin.

Çekdarên gîrêdayî Hikûmeta Sûriyeyê jin bi otobusekê şandin Qamişloyê û her 3 mêr girtin.

Heta niha jî çarenivîsa wan her sê mêran nediyar e.

Li gorî zanyariyên Rûdawê navên wan kesên ku hatine girtin wiha ne: Fadî Mihemed Emîn, Lezgîn Salih Ebdî, Nûbar Seîd Cangîz.

“Ji jinan re gotin fatîhayan li ser wan bixwînin ew careke din venagerin Qamişloyê”

Munîr Ehmed Çeçan ku mirovê her sê welatiyên hatine revandin e ji Rûdawê re got:

"Ew ji bo bijîşk çûbûn Şamê û hefteyekê li wir man û piştre vegeriyan Qamişloyê.

Li xala kontrolê ya Himsê çekdaran xwest nasnameyên ciwanan bibînin û piştre hemû mêr ji otomobîlê derxistin.

Nasnameya Fadî xisar girtibû û wan jê pirsî ka çima nasnameya wî wisa ye.

Fadî jî eşkere kir ku ew li benda avabûna hikûmetê ye da ku nasnameya xwe nû bike.

Bi hinceta ku wêneyê Bavê Teyar di telefonên wan de heye ew girtin û şkence kirin.

Bi çekan li serê wan dan û ew avêtin nava heriyê.

“Rewşa Fadî û Lezgîn gelekî xirab e”

Ji jinan re gotin fatîheyan li ser wan bixwînin çimkî ew dê careke din venegerin Qamişloyê.

Em bi tenê dizanin ku ew li Himsê girtî ne, ji wê pê ve em nizanin bê ka çi hatiye serê wan.

Ji ber wêneyên Bavê Teyar û dîmenên cenazeyê wî hatine girtin.

Em nizanin bê ka ev çekdar kî ne. Jin birine termînalê û dest danîne ser otomobîla me.

Rewşa tenduristiya Fadî û Lezgîn gelekî xirab e.

Li gorî gotina jinan çekdar pordirêj û çavşîn bûn û demançe di ber wan de bûn.

Jin gelekî tirsiya bûn, ji tirsan nikarîbûn biaxivin û qutifî bûn.

Em hewl didin wan rizgar bikin lê em nikarin bigihîjin ti encamekê.

Her yek ji wan bavê çend zarokan e. Em nikarin ji herêmên Kurdî derkevin û em newêrin biçin Şamê û Himsê

Em ti tiştî li ser vê hikûmetê nizanin parêzerên wan hene dadgehên wan hene em nizanin."

Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîmê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin 18ê mehê tevî sivîlan li Bendava Tişrînê di bombebarana Tirkiyeyê birîndar bûbû.

Balafirên Tirkiyeyê 18ê vê mehê sivîlên ku ji bo xwenîşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kiribû.

Di encama bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. 

Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîmê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin jî di vê êrişê de birîndar bûbû.

Tîman Bavê Teyar û birîndarên din ji bo dermakirinê veguhastibû nexweşxaneyê.

Bavê Teyar 19ê mehê wefat kiribû.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin