Sûriye: Baweriya me bi biryara Amerîka nayê

Sûriye: Baweriya me bi biryara Amerîka nayê

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve li Parlemantoya Sûriyê Putrus Mircan bi tundî êrîşî Kurdan kir û ragihand ku baweriya wan bi biryara Amerîka nayê.

A+A-

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve li Parlemantoya Sûriyê Putrus Mircan ser biryara rêveberiya Amerîkayê ya ji bo vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê diyar kir ku baweriya wan bi Amerîkayê nayê û got: “Kiryar esas e ne ku daxuyanî.”

 

Putrus Mircan herwiha got ku berî 4-5 mehan, Amerîka ragihandibû ku tenê çend rojên hêzên wê li Sûriyê mane, lê ew venekişiyan.

 

Parlemanterê Sûrî di heman demê de bi tundî êrîşî kurdan kir û got: “Kurdan xiyanet kiriye û ew di hîlebaziyên  xwe de rastî şikestinê hatin.”

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin