Sûriyê bo destûra nû, merc datanîn ber NY
Hikûmeta Sûriyê çar merc di derbarê pêkanîna komîteya amadekirina destûreke nû ji Sûrİyê re de daniye û bi du peyaman ew mercan pêşkêşî Netewên Yekgirtî kiriye.
A+A-
Rojnameya El-Şerq El-Ewset mercên Hikûmeta Sûrİyê eşkere kir, ku bi vî awayî ne.
Yek: Pêbendî bi serweriya Komara Erebî ya Sûrİyê û yekîtiya axa wê.
Dido: Nabe ti welatek destwerdanê di wê komîteyê de bike.
Sisê: Nabe ti merc li ser karên komîteyê û biryarên wê, bên sepandin.
Çarem: Nabe nexşerêyeke demî ji bo encamdana karên komîteyê bê destnîşankirin.
Di herdu nameyên xwe ku ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî re şandine de, Hikûmeta Sûriyê şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura bi şewitandina qunaxên çareseriya kirîza li Sûriyê tometbar kiriye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin