Sûrîyê çûna hemwelatîyên Iraqê bo welatê xwe qedexe dike
Hikûmeta rejîma Sûrîyê çûna hemwelatîyên Iraqê bo welatê wan qedexe dike.
A+A-
Li gor nûçeya malpera Sumerîya News, rejîma Sûrîyê roja 04.03.2020ê li derîyê Qaîm rêgirî li çûna geştyarên olî yên Iraqî bo welatê xwe kirîye.
Heta naha sedemê qedexe kirina çûna hemwelatîyên Iraqê bo Sûrîyê nehatîye aşkera kirin, lê guman heye ji ber vîrusa korona be, ku li Iraqê belav bûye.
Li gor amarên dawîyê heta naha 35 kes li Iraq û herêma Kurdistanê ber vîrusa korona ketine, ku du kes ji wan jî jîyana xwe ji dest dan.
Basnews
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin