SÛRIYE – Hêzên Tirkiyeyê li Deriyê Ebû Zendînê hatin bicihkirin

SÛRIYE – Hêzên Tirkiyeyê li Deriyê Ebû Zendînê hatin bicihkirin

.

A+A-

Hêzên Tirkiyeyê li Deriyê Ebû Zendînê yê di navbera herêmên di kontola mixalefetê û Hikûmeta Sûriyeyê de hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên cihî wergirtine, hêzên Tirkiyeyê doh bi zirxpoşan li deriyê Ebû Zendînê hatine bicihkirin.

Deriyê Ebû Zendînê li nêzîkî bajarê Babê yê li bakurrojhilatê Helebê hatibû vekirin.

Piştî vekirina derî hinek şêniyên herêmê civiyabûn û wan ev yek protesto kiribû.

Heman çavkaniyên ragihand ku hêzên Tirkiyeyê bi armanca rêlibergirtin û qedexekirina protestoyan li vî deriyî hatine danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin