Sûriye | Rûsyayê piştî bêdengiya du mehan êrîşa asmanî pêkanî

Sûriye | Rûsyayê piştî bêdengiya du mehan êrîşa asmanî pêkanî

.

A+A-

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê piştî bêdengiya zêdetirî 2 mehan derengiya şevê li “herêma bêçek” a Sûriyê gelek gund û bajarok bombebaran kirin.

SOHRê daye xuyakirin, balafirên şer ên Rûsyayê eniya Kebane ya herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiye û deverên Şenan, Riwêha, Ihsim û Merbelît ên herêma Cebel El Zawiyê yên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî SOHRê, dema bombebaranê balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêmên navborî digeriyan.

Hêjayî gotinê ye, herêmên rastî êrîşa asmanî ya rûsî hatine di bin kontrola komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike û HTŞê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin