Sûriye: Tirkiye dagirkeriyê dike

Sûriye: Tirkiye dagirkeriyê dike

.

A+A-

Hikûmeta Sûriyê derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand ew navçeya ku Tirkiyê hewl dide li Sûriyê çê bike karekî dagîrkeriyê ye, Tirkiyê dixwaze bi rêya wê navçeyê rêxistinên terorîst bikar bîne, çekdar bike û li dijî xelkê Sûriyê bikar bîne. Herwiha got ku her êrîşeke Tirkiyê bo ser axa Sûriyê karekî ne yasayî ye û digihîje asta tawanên şer û yên dijî mirovahiyê.

Wezareta Derve ya Sûriyê peyamek arasteyî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Encûmena Ewlekariyê kir derbarê daxuyaniya Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû ew ê navçeyeke bi kûrahiya 30 kîlometran li ser sînorê Sûriyê çê bikin jibo vegerandina koçberên Sûrî. Di wê peyamê de Wezaretê êrîşa Tirkiyê bi binpêkirina yasayên navdewletî binav kir.

Wezaretê herwiha dazanîn ku mafê wan heye bi rêya yasayên navdewletî rê li pêşiya êrîşa Tirkiyê û hewlên wê yên qirkirina nijadî li Sûriyê bigrin.

Di daxuyanuya xwe de Wezareta Derve ya Sûriyê wiha got "Tiştê ku rêjîma Tirkiyê pê radibe, ji bo damezirandina navçeya “aram” ku nav lê dike, li ser axa Sûriyê, dagîrkerî ye ku bi rêya wê Hikûmeta Recep Tayyip Erdogan hewl dide navçeyeke teqîner li nava Sûriyê çê bike jibo xwedîkirin, biçekkirin û bikaranîna rêxistinên terorist ên çekdar daku li dijî xelkê Sûriyê bikar bîne jibo berjewendiyên ajendayên xwe yên tundrew ku ev dibe metisî  li ser aştî û aramiya herêmî û navdewletî."

Wezaretê herwiha tekez kir ku hewlên Tirkiyê jibo cîbicîkirina siyaseta qirkirina nijadî li dijî xelkê Sûriyê yê resen û dagîrkirina mal û zeviyên wan tawanên şer û yên dijî mirovahiyê ne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de wezaretê got ku nabe Tirkiyê  serwerî û yekîtiya Sûriyê  wek karta fişarê bikar bîne jibo bazara xwe ya  li gel NATOyê.

Wezaretê herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Welatên Endam kir bi ciddî vê mijarê bişopîn in û bê deng nemîn in li hemberî kiryarên hikûmeta Tirkiyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin