Suryaniyên Ortodoks, çûn serdana Serok Barzanî

Suryaniyên Ortodoks, çûn serdana Serok Barzanî

Şandeyeke Suryaniyên Ortodoks ên li Kurdistanê yên bajarê Nînowa û Iraqê, îro 26ê Çileyê, çûn serdana Serok Mesûd Barzanî.

A+A-

Serok Barzanî di hevdîtinê de ji şanda mêhvan re diyar kir, 'Kurdistan welatê me hemûyan e û nabe kesek jî hana Xirîstiyanan bide ku welatê xwe bi cih bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibe.'

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku Tayîfeya Suryanî Ortodoks li Kurdistan û parêzgeha Nînowa û Iraqê, bi Serokayetiya Patrîkê Pîroz Mar Egnatyos Eframî yê dûyem, Patrîkê Entakya û tevahiya Rojhilat û Serokê Dêra Suryanî Ortodoks li Cîhanê û şanda ligel wî ya ji hejmarek Metranên Dêra Ortodoks pêk hatibûn, serdana Serok Barzanî kirin.


 
Di hevdîtinê de şanda mêhvan spasî li Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li parastina pêkhatan û Xirîstiyanên Kurdistanê li rojên dijwar de kir û pêzanînên xwe ji bo hewandin û yarmetîdana wan a li Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha ji bilî balkişandina peyvendiyên dîrokî yên Xirîstiyanên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê, tekezî li ser pêkvejiyan û çarenivîs û paşeroja hevbeş a gelê Kurdistanê û pêkhatên wê hat kirin.

Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mêhvan kir û ronahî xiste ser wan êş û azarên ku di dema derbasbûyî de li ser Xirîstiyanan û xelkê Kurdistanê de çêbûne û ew yek teqez kir ku Kurdistan welatê hemûyan e û nabe kesek jî hana Xirîstiyanan bide ku welatê xwe bi cih bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibe.

Di civînê de li ser metirsiyên terorê û hizra tundiyê û herwiha rewşa siyasî û ewlehiya Sûriyê jî hat axaftin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin