Swêd: Bila Supaya Pasdaran bikeve nav lîsteya terorê

Swêd: Bila Supaya Pasdaran bikeve nav lîsteya terorê

.

A+A-

Swêdê xwastîye ku Supaya Pasdaran wekî teror bê qebûlkirin û li lîsteya terorê zêde bibe.

Swêdê ji Yekîtîya Ewropayê xwestîye ku baskê leşkerî yê Îranê, Supaya Pasdaran a Îranê bixe nav lîsteya terorê. Ev artêş ji alîyê Ayetullah Xumeynî ve sala 1979an hatîye damezrandin ji bo ku sîstema Îslamî ya Îranê ji metirsiyên navxwe û derve biparêze.

Li gorî nûçeya Rûdawê Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand, “Me ji Yekîtîya Ewropayê xwest ku Supaya Pasdaran bixe listeya terorê.”

Kristersson dîyar kir ku wan ev xwesteka xwe bi awayê fermî pêşkêşî Yekîtîya Ewropayê kirîye û got:

“Em dixwazin Yekîtîya Ewropayê rola wêranker a Supaya Pasdaran a li herêmê û zêdebûna çalakîyên wê yên li Swêd û Ewropayê bi awayekî micid binirxîne.

Yekane encama meqûl ew e ku (Supaya Pasdaran) tev li rêzikeke hevpar a terorê were kirin.”

Sapo (Teşkîlata Îstixbaratê ya Swêdê) Îranê bi wê yekê tohmetbar dike ku çeteyên tawanan ên li  Swêdê teşwîq dike da ku li hemberî Îsraîlê çalakîyên tundîyê zêde bikin.

Par 3 caran êrişî Balyozxaneya Îsraîlê ya Stokholmê hat kirin.

Di nava 6 mehên borî da jî 2 caran êrişî şirketeke leşkerî ya teknolojîk a Îsraîlê hat kirin.

Ji bo ku kesek an sazîyek li lîsteya terorê ya Yekîtîya Ewropayê were zêdekirin divê yek ji 27 welatên endam bi rêya darazê biryarê bide.

Yekîtîya Ewropayê, Îranê tohmetbar dike ku zextê li xwenîşanderan dike, çekan ji Rûsyayê re dişîne, mûşekên balîstîk berdide Îsraîlê û piştgirîyê dide milîsên li Rojhilata Navîn.

Li hêla din, tê gotin ku Almanya, Fransa û Holenda jî piştgirîyê didin ve yêkê ku Supaya Pasdaran tev li lîsteya terorê bê kirin.

Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Parlamentoya Ewropayê jî piştgirîyê didin vê fikrê.

Supaya Pasdaran

Supaya Pasdaran piştî “Şoreşa 1979an” ji alîyê Ayetulah Xumeynî ve hat damezirandin.

Armancê wê ew e ku sîstema Îslamî ya Îranê ji metirsîyên navxwe û derve biparêze.

Supaya Pasdaran ji dema avabûna xwe ve ne wekî parçeyekî artêşa Îranê tev digere û bi saya piştgirîya Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî hêza xwe zêdetir dike.

Supaya Pasdaran ji beşên, “Hêzên Bejahî, Hêzên Asmanî, Hêzên Deryayî, Hêza Berxwedêr a Besîcê û Hêza Qudisê” pêk tê.

Hêza Berxwedêr a Besîcê zextê li mixalefetê dike û “rêzikên exlaqî” kontrol dike.

Hêza Qudisê li welatên din bi awayekî nepen operasyonan dike û piştgirîyê dide komên çekdar ên li welatên din.

Hizbulaha Libnanê, Hemas û Hûsîyên Yemenê wekî komên Supaya Pasdaran tên nirxandin.

Li gorî texmînan 125 hezar leşkerên Supaya Pasdaran hene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin