SWÊD- Dadgehê ji ber Komkujiya Kurdên Êzidî 12 sal cezayê girtîgehê da jinekê

SWÊD- Dadgehê ji ber Komkujiya Kurdên Êzidî 12 sal cezayê girtîgehê da jinekê

.

A+A-

Dadgeheke Swêdê îro bi tohmeta kolekirina 9 jin û zarokên Kurdên Êzidî  û endamtiya DAIŞê 12 sal cezayê zindanê da jinekê.

Dadgehê ragihand ku ew jin endama rêxistina DAIŞê bûye û li Sûriyeyê jin û zarokên Kurdên Êzidî kirine kole.

Dadgeheke Stockholmê ragihand ku Lînda Îshaqê zivistana 2015an jin û zarokên Kurdên Êzidî di mala xwe ya li Sûriyeyê de kirine kole.

Dadgehê dozê wekî "jenosîd" û "sûcên dijî mirovahiyê" bi nav kir û ragihand ku divabû sûcdar 16 sal were girtin lê bi liberçavgirtina cezayê pêşîn, ceza hatiye kêmkirin.

Lînda ku welatiya Swêdê ye, berê ji aliyê dadgehê ve bi sûcê destûrdana kurê xwe yê 12 salî da ku bibe çekdarê DAIŞê, bi 6 salan hatibû cezakirin.

Dadgehê ragihand ku ew doza ku jin lê hatiye cezakirin têkiliya wê bi 9 Kurdên Êzidî re hebû ku şeş ji wan di wê demê de zarok bûn û di dema êrişa rêxistina DAIŞê ya li ser Şingalê ya Tebaxê 2014an de hatibûn girtin.

Her wiha DAIŞê ew veguhastibûn Sûriyeyê û hemû mêrên wan jî ji aliyê rêxistinê ve hatibûn kuştin.

Li gorî dadgehê, her 6 jin û 3 zarokên Kurd ên Êzidî 5 mehan di bin destê çekdarên DAIŞê de li Reqaya Sûriyeyê wekî dîl mabûn, pişt re radestî Lînda Îshaqê hatibûn kirin û "wê jî ew girtibûn û 5 mehan wekî kole ji xwe re girtibûn."

Neçarkirina guhertina olê

Li gorî dadgeha Swêdê, tevgera 9 Kurdên Êzidî hatibûn sînordar kirin, karê malê bi wan hatibû kirin.

Her wiha wêneyên wan ji kesên din re hatibû şandin û amadehî ji bo veguhastina wan hatibû kirin da ku wekî kole bên bikaranîn. 

Di daxuyaniya dadgehê de hat diyarkirin ku Lînda Îshaqê Kurdên Êzidî neçarî "Misilmaniya pratîkî" kiriye û ew neçarî xwendina ayetên Quranê û nimêjê jî kiriye.

Ji bilî vê yekê, bêrêzî bi wan kiriye û peyvên "kole" û "kafir" li hemberî wan bi kar aniye.

 Parêzerê Linda Îshaqê Mikael Westerlund, amaje pê kir ku hîn Lîndayê biryar nedaye ka dê daxwaza pêdaçûna dozê bike yan na lê amaje pê kir jî ku ew kêfxweş in ku dadgehê wekî ku dozgerê giştî daxwaz kiribû cezayê heyî dûbare nekiriye.

Li gorî Dezgeha Îstixbarata Swêdê, di salên 2013 û 2014an de nêzîkî 300 Swêdî yan welatiyên rûniştvanê Swêdê ku ji sedî 25ê wan jin bûn, tevlî rêxistina DAIŞê bûbûn.

Lînda endama malbateke Xirîstiyan a Îraqê ye lî Swêdê mezin bûye lê piştî ku di salên 1990î de Cîro Mêho yê hevjînê xwe nas dike dibe Misilman.

Lînda dayika 6 zarokan e û sala 2013an tevî zarokên xwe serdana Sûriyeyê kiriye; hevjînê wê Tebaxê 2013an miriye û Lînda jî sala 2014an çûye Reqayê û careke din zewiciye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin