Swêdê êrîşên ser Hewlêrê şermezar kir
.
A+A-
Bi peyamekê, dewleta Swêdê, bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dikim.”
Ann Linde da zanîn: “Ez sersaxî didim xizmên qurbaniyan û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dikim.”
Herwiha Linde eşkere kir û got: “Swêd pabend e bi piştevaniya Iraqê, ji bo pêkanîna seqamgîrî û şerê li dijî terorê.”
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin