Tahir Elçi..Li ber Minareya Çarling cînayeteke kujernediyar(!)

Tahir Elçi..Li ber Minareya Çarling cînayeteke kujernediyar(!)

Di 28ê Mijdarê 2. salvegera qetilkirina Birêz Tahir Elçi de çalekiyên currecur li Amedê têne kirin. Ligel 2 sal di ser qetilkirina wî re derbas bûye, di dosyaya wî de tu pêşveçûn nehatiye meşandin û palpiştên herî girîng tevlî dosyayê nehatiye kirin.

A+A-

Ne faîlek ne jî gumandarek di dosyayê de heye!

Tahir Elçiyê ku şopdarê cinayetên kujernediyar bû, piştî tevlî programeke televîzyonekê bû û got ‘ez PKKê wek rêxistineke terorî nabînim’ bû hedef û dûvre li ber Mînareya Çarling a li Sûra Amedê, li ber çavên polêsan û kamerayan hate qetilkirin.

Di dosyaya wî de heta niha 3 dozger hatin guhertin û ta niha tu pêşveçûnek nehatiye bidestxistin. Di lêpirsînê de heta niha ne faîlek ne jî gumandarek tevlî dosyayê bûye.

Baroya Amedê ku Elçi serokatiya wê dikir, komîsyonek bo vê dosyayê damezirand. Yek ji endama vê komîsyonê Parêzer Gamze Yalçın ji rojnamevanê Evrenselê Fırat Topal re ragihand; ji ber ku lêpirsîneke bibandor naye meşandin û  palpiştên vê cînayetê têne veşartin pêşveçûnek di vê dosyayê de nîne. Yalçın got em di vê baweriyê de ne Tahir Elçi bi zanbûnî hate kuştin. Lewre; Elçi, bo ji nû ve destpêbûna pêvajoya aştiyê, kesayetekî giranbuha bû. Heke di dosyaya Elçî de lêpirsîneke bibandor bihata meşandin li zikaka ku Elçi lê hat kuştin hemû palpiştan bihata parastin û ev cînayet bihata ronîkirin.

Yalçın her wiha da zanîn ku gulleya ku girîngtirîn palpişta vê dosyayê ye nehatiye dîtin û tevlî dosyayê nehatiye kirin. Yalçın got em dizanin gulleyên ku ji çekên polêsan derketine û li cihên nêzîkî ser û piyê Elçî ketine hatine dîtin lê evana necivandine û wisa pê de çû: “Me pirsa van palpiştan ji maqama lêpirsînê kir lê ewan gotin pevçûn hebû, operasyon berdewam dibû, ji ber ne ewlehiya canî tunebû ew palpişt nehatin civandin. Lê em baş dizanin ew herêm tu caran ji serweriya dewletê derneketiye û dewlet dibêje me nedikarî ji wê herêmê palpiştan bicivînin. Heke ew gulle bihata dîtin, li ser ji kîjan çekî ew gulle derketiye lêpirsîneke krîmînal dê bihata kirin. Diviyabû karmendên polêsan ku wî cureya çekî bi kar anîne bi sifêta ‘gumandar’ sewkî ragirtinê bihatana kirin.”

Her wiha Yalçın da zanîn kamerayên ku cînayetê dîtine tevlî dosyayê nebûne ku cînayeta li ber kamerayan pêk hat naye qebûlkirin ku qet tomara vê cînayetê tunebe. Yalçın got ne tenê di tomara dîmenên Mardin Kebap Eviyê de, di tomara ‘Şûbeya Foto Fîlmê’ ya Emnîyetê de jî me tespît kiriye ku jêbirrîna bi 13 çirkeyî heye û me daxwaza lêpirsîna li ser wê 13 çirkeyî kiriye bes lêpirsîn li ser tomara Şûbeyê nehate kirin û em nizanin tomara Şûbeyê li kur e. Yalçın da zanîn ne tenê dîmenên tomara Şûbeyê, di tomara dîmena kameraya PTTyê de jî dîsa 17 xulekên tam rastî kêliya kuştina Elçî tên hatine birrîn. Yalçın got “Gelek diyarde hene ku pirsa ‘gelo palpiştên kuştina Elçiyî têne veşartin’ tînin bîra me.

Yalçın ragihand ku yek ji wan polêsên ku di bûyerê de gulle barandine li wê zikakê wek ‘gumandar’ neketine dosyayê û îfadeya wan nehatiye girtin û got piştî bûyerê hevjîna Elçiyî Türkan Elçi, ji wan hemû polêsan gilîkar bûye lê ew polêsên ku li ber kamerayan li zikaka bûyerê bi eşkere gulle barandine wek ‘gumandar’ neketine dosyayê û îfadeya wan nehatiye girtin. Yalçın got “Ev yek jî bi me dide nîşandan, kujer ji aliyê hin mekanîzmayan ve têne parastin.”

Îro li berê wê Minareya Çarling a ku Tahir Elçî li ber hatibû kuştin rêze çalakî hat lidarxistin û ew êriş hat protestokirin û daxwaza eşkerekirina kujerên Elçî hat kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand nêzîkbûna rayedarên niha yên dewletê weke nêzîkbûna rayedarên dewletê yên salên 90î ne.

Her wiha Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelîk jî li ser qetilkirina Elçiyî peyamek şand û got: “Di duyemîn salvegera qetilkirina wî de ez welatperwerê Kurd, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi bi giramî bibîr tînim.Qesasên wî rûreş dikim.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin