Tanrikulu: Em kujerên Elçî nas dikin

Tanrikulu: Em kujerên Elçî nas dikin

.

A+A-

Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu ragihand, navendên siyasetê li Tirkiyê di kuştina Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de sûçdar in û got, “Em kujerên Elçî nas dikin.”

Piştî biryara dagehê ku tometbarên kuştina Tahîr Elçî hatin azadkirin, parêzerên Elçî û parlementerên Partiya DEMê û Partiya Gel a Komarî CHPê heya navçeya Sûrê a Diyarbekirê meşiyan û li kêleka Minareya Çarling a ku Elçî di binê wê de hate kuştin konfranseke çapemeniyê lidar xistin.

Di konfransa çapemeniyê de Parlementerê CHPê ê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu axivî û da zanîn, ew dizanin kê Tahîr Elçî kuştin û dest ji vê dozê bernadin.

Niha rast e ku sê tometbar hatine azadkirin, lê di wîjdana civakê de kesên ku Tahîr Elçî kirin armanc û kesên Elçî birin Stenbolê, dest bi lêpirsînê li dijî wî kirin. Kesên ku qada pevçûnê amade kirin û di heman rojê de kesên ku bûn sedema kuştina du polîsan, hemû berpirsyarin. Dadwerên wê demê û kesên doz birêve birin hemû berpirsyarin. Em wan kesan tu carî jibîr nakin. Berpirsyariya mezin dikeve ser milê siyasetmedaran. Siyasetê nexwest vê bûyerê ronî bike. Eger bixwesta îro ev biryar nedihat dayîn. Em bikuj û eqliyeta ku Tahîr Elçî kuştin baş nas dikin û dest ji vê dozê bernadin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin