
Tawusê Melek ji logoya Mîdyadê hat derxistin
Şaredarê nû yê Midyadê wêneyê Tawusê Melek ku sembola Kurdên Êzdiyan e ji logoya şaredariyê derxist.
A+A-
Şaredarê nû yê Midyadê wêneyê Tawusê Melek ku sembola Kurdên Êzdiyan e ji logoya şaredariyê derxist.
Di dema Şaredariya HDPê de li ser Logoya Şaredariya Midyada Mêrdînê de, bi armanca nîşandana çanda pêkhateyên navçeyê, digel nîşaneyên mizgeft û dêrê, Tawusê Melek jî hatibû danîn.
Piştî ku Şaredarî derbasî AK Partiyê bû, rêveberiya şaredariyê logo guhert û Tawusê Melek ji logoyê derxistin.
Midyad wek navenda pêkvejiyana ol û netewan tê zanîn û Kurdên Êzdî, Kurdên Sune, Erebên Sune û Suryanî bi sedan salan e bi hev re dijîn.
Hê berê jî hin şaredariyên AK Partî, tabelayên bi zimanê Kurdî rakiribûn û şûna wan tenê yên bi Tirkî danîbûn, piştî ku wê yekê nerazîbûn li dû xwe anîn, tabelayên bi kurdî careke din hatibûn vegerandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin