TDK-TEVGER û PAKê Li Dîyarbekir, Mêrdîn,Batman û Wanê Peymana Lozanê Protesto Kirin

TDK-TEVGER û PAKê Li Dîyarbekir, Mêrdîn,Batman û Wanê Peymana Lozanê Protesto Kirin

.

A+A-

TDK-TEVGER û PAKê roja 24ê Temûza 2023yê, li teşkîlatên PAKê, bi daxuyanîyên çapemenîyê û bi semîneran Li Dîyarbekir, Mêrdîn, Batman û Wanê Peymana Lozanê protesto kirin.

Li her çar bajaran jî, çalakîyên protesto kirina Peymana Lozanê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Li Amedê Berdevkê PAKê Hanîfî Moderatorîya civînê kir. Berdevkê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin daxuyanîya hevbeş a TDK-TEVGER û PAKê ya ku Peymana Lozanê protesto dike xwend.

Paşê lêkolîner, nivîskarê Kurd Seîd Veroj di derbarê Peymana Lozanê da semînerek da.

Sîyasetmedarê Kurd Osman Karavîl jî di derbarê Peymana Lozanê da bîr û rayên xwe anî zimên.

Li Wanê Serokê Teşkîlata Wanê ya PAKê Îsmet Eiçî daxuyanîya hevbeş a TDK-TEVGER û PAKê xwend. Paşê Îsmet Eiçî di derbarê Peymana Lozanê da semînerek da.

Li Batmanê Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr daxuyanîya hevbeş a TDK-TEVGER û PAKê xwend. Paşê Azîz Ozdemîr di derbarê Peymana Lozanê da semînerek da û vîdeo û slaytên di derbarê Peymana Lozanê da hatin pêşkêş kirin.

Li Mêrdînê Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Nezîr Gelerî daxuyanîya hevbeş a TDK-TEVGER û PAKê xwend. Paşê beşdarên civînê di derbarê Peymana Lozanê da bîr û rayên xwe anîn zimên.

Rêvebir û endamên PAKê û TDK-TEVGERê, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî civîn û semînerên TDK-TEVGER û PAKê yên li Dîyarbekir, Wan, Batman û Mêrdinêyên ji bo protesto kirina Peymana Lozanê bûn.

Li Wanê rêvbirên PSKyê jî beşdarî civînê bûn.

Li Amedê telewîzyonên kurdî civîna TDK-TEVGER û PAKê ya ji bo protesto kirina Peymana Lozanê bi zindî weşandin.

Li Wanê jî çapemenî û ragehandina Wanê civîn şopand, ji bo nûçeya vê civînê belav bikin hevdîtin pêk anîn.

 

22-010.jpg33-003.jpg44.jpg55-001.jpg66.jpg77.jpg99.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin