Te em hêlan îdol û rêberê kurdîtîya min!

Te em hêlan îdol û rêberê kurdîtîya min!

Perîn M. Esmeroglu

A+A-

Ey mirovê mezin, îdolê ciwanîya min û rêberê kurdîtîya min.

Te çawa dikarîbû hemû derd û kul û pirsgirêkên kurdan û cîhanê di wê odeya xwe ya biçûk de bi cih bikira.

Dema ku min tu ji nêzîk ve nas kir, ez jî li ser rêya malbata we bûm, ez ê jî bibama endameka malbata we.

Tê bîra te, demeke dûr û dirêj hemû şemî û yekşeman ez li mala we bûm.

Bi tembûra te û dengê bavê te me gelek kaset tijî kirin. Bavê te digot û te lêdixist. Te bi bavê xwe re bi zimanê tembûrê qise dikir.

Piştî şîvê piçek televizyon û paşê em hemû diçûn odeya te. Odeya bi qoltixên sor. Odeya ku tu car perdeyên wê venedibûn. Odeya ku dîwarên wê bi tembûr û cimbûşan xemilandî. Odeya ku her quncikeke wê bi helbest û nivîsên xweş dagirtî.

Odeyeke bê sûc û bê guneh, odeyeke pak û saf, odeyeke ji hemû xerabîyan dûr, odeyeke efsûnî, odeyeke ku zanîn, kultur û Diyarbekir jê difûrîya. Odeyeke tijî qedexe û yasax ku xof û tirs ber dida nava dilê dijminan.

Hemû şev bê westan me guhdarîya te dikir. Min cara pêşî di wê odeya te da alfabeya kurdî û kovara Medya Guneşî  nas kir.

Her di wê odeya xwe ya efsûnî ya wek cih biçûk lê wek asîman fireh de, te ez fêrî tembûrê kirim. Lê mixabin Mistefa Can di vî warî de ez di sinifê de mam.

Ew odeya te ya perdegirtî tu caran ji mîvanan kêm nedibû. Her tim û her gav tiştek hebû ku te di wê odeya xwe ya biçûk de  bida hezkirîyên xwe, bi wan re par ve bikira. Wan jî ji dil û can guhdarîya te dikir. Tu mirovekî têr û tijî û dilovan bû, te qiymet dida herkesî.

Mistefa can, demeke dûr û dirêj te di wê odeya xwe de terka qelem, kaxet, tembûr û helbestan nekir.

Gelek sal di ser re buhurîn, tu bû Seyda ji bo hezkirîyên xwe, em jî bûn mirîdên te Seyda can! Tu êdî ji dergeha xwe derketibû, lê vê carê jî te hest û  zanîna xwe bi rengê reş poşî, tu êdî bibû siyahpoş! Li gor te ev reşpoşî protestoyek bû, lê mezinî û zanîna te li pişt wê reşgirêdanê hilnedihat

Seyda can, tê bîra te, te ji min re bi dizî digot:  ji bo ku ez bibim endameka vê malbatê, tu li dijî gelek astengî û zor û çetinahîyan rawestîya. Dema ku te qala van bûyerên “dewra cahîlîyê”  dikir, ez bi dengekî bilind, tu bêdeng lê ji nava dilê xwe dibişirî û dikeniya.

Û rojekê xebera ne xweş hat, gotin  Seyda nexweş e. Min wêneyê te yê nexweşxaneyê dît, pir li ber ketim û min qet bawer nekir ku Seyda jî dikare nexweş bikeve.  

Ji welatekî dûr hatim bajarê te ku te tu carî nedixwes terka wê bikî, bajarê ku tijî “dîn û qebedayî”, bajarê ku tijî dengbêj û deng û awaz. Ji balafirgehê yekser hatim seredana te. Gotina te ya pêşî te got “Ez diçim, êdî ez hatime dawîya rê!”  Ez pir aciz bûm! Û “Ev çi ye Seyda!”  Û belkî jî para rastîyê di gotinên te de hebû, lê min nedixwest qebûl bikim! Min qebûl nedikir.

Te bi xwe zanibû, lê te her hewl dida ku me aşt bikî û fêrî tunebûna xwe bikî!

Her çendî te dixwest bi awayekî xatir ji me bixwazî jî, lê me qebûl nedikir!

Seyda can, divê te jî ji halê me fam bikira, ma kî dixwaze hezkirîyên xwe bike rêwîyê ebedîyetê.

Û roja reş hat!  Roja wek cil û bergên te reş!

Te terka me da, ez pir hêrs bûm, tu li ser soza xwe nesekinî, te zû em hêlan.

Te em û hemû kesên ku ji te hez dikin, di tenahîya xwe da hişt.

Saza te, gotinên te, helbestên te, besteyên te, kitabên te, dîn û qebedayîyên te û hemû mirîd û hezkirîyên te “ji te dûr in, li van çolan, xerîb in, evdal in!”

Seyda can, ne tenê em, te berhemên xwe jî sêwî hêlan.

Lê her çendî êtam û sêwî  mabin jî, gelê te ew ê heta heta yê wan zindî bihêlin. Lê xwedî derkevin.

Seyda can,  em ê çawa cihê te dagirin! Em bêyî te xerîb  man li van çolan! Dunya li me bûye zindan!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin