Tehran- Ciwanekî kurd bi îşkenceyê hatiye kuştin

Tehran- Ciwanekî kurd bi îşkenceyê hatiye kuştin

.

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê aşkere kiriye ciwanekî kurd ê bi navê Mêhirdad Talişî bi îşkenceyê li zindaneke Tehranê hatiye kuştin.

Îro roja sêşemê 09.02.2021ê Hengawê ragihandiye beriya bi hefteyekê  di roja 01.02. 2021ê ciwanê kurd bi navê Mêhirdad Talişî yê xelkê bajarû Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê di metroya Tehranê de hatiye desteserkirin.

Ligo malbata Mêhirdad Talişî ji Hengawê re aşkere kiriye piştî desteserkirinê ji aliyê hêzên emnî Mêhirdad Talişî ji bo zindana bajarokê Şapûrê tê veguhestin û îşkence lê têkirin û di jêr îşkenceyê de tê kuştin. Herwiha li ser bedena wî delîlên lêdan û îşkenceyê hebûne.

Ligor zanyariyên Hengawê ji bilî kesekî din jî ligel Mêhirdad bi bahaneya hebûna maddeya hişbir hatine desteserkirin û heta niha hîç zanyarîyek derbarê wî kesî jî de nîne.

Herwiha ligor zanyariyên malbata Mêhirdad ji Hengawê re aşkere kirine Mêhirdad bi ti awayî maddeya hişbir bikarneanîye û ew kesekî werzişkar bûye.

Hengawê amaje bi wê yekê jî kiriye cenazayê Mêhirdad Talişî piştî pişkininan li Tehranê ji bo Dîwandereyê hatiye veguhestin û roja 07.02.2021ê li jêr kontroleke emnî de bi axê hatiye spartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin