Têkiliya Kurdistan-DYA/ Mesrûr Barzanî li Washingtonê ye
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê ligel hejmarek ji sînatorên Amerîkî pêwendiyên Kurd û Amerîka û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê gotûbêj dike.
Li gor nûçeya Kurdistan24 di çarçova serdana ji Amerîka re, Mesrûr Barzanî aşkere kir,
yê girîng niha ew e, di wan civînan de berhemên baş ji Herêma Kurdisanê re hebin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li Washingtonê ragihand, çendîn
civînên girîng ligel berpirsên bilind ên rêveberiya Donald Trump, Kongressman û sînatorên
Amerîkî encam daye, bi armanca bihêzkirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Amerîka
de û berdewamiya hevkariyên Amerîkî ji gelê Kurdistanê re. Sînatorekî Amerîkî jî radigihîne,
Kurdistana serbixwe û azad nêzîk e.
Aloziya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya sizayên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê
û bi taybetî dirêjkirina biryara rawestandina geşta navdewletî ji firokxaneyên
Herêma Kurdistanê re, pirsên girîng ên civîna Mesrûr Barzanî bi sînatorên Amerîkî re bûn.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê aûker kir jî, civîn erênî bûn,
lê ya ji wê girîngtir ew e, di wan civînan de berhemên baş ji Herêma Kurdisanê re hebin.
Sînatorekî Amerîkî yê Mesrûr pê re civiya ye, sînatorê mezin ê Komartoyan Ted Cruz bû,
ku yek ji berpirsên Amerîkî yên her dem piştevaniya pirsa Kurd dike ye û piştî civîna ligel
Mesrûr Barzanî jî ragihand, pêwîst e Amerîka bi hemû karînên xwe pitevaniyê li pirsa
Kurd bike û di demên nêzîk de Kurdistaneke serbixwe û azad dibînin.
Ted Cruz got: “Ez bi hemû karînên xwe piştevaniyê li Kurdistaneke serbixwe dikim.
Kurd her dem hevpeyman bûn û piştgîriya Amerîka kirin.
Di deme dijwar de piştgîriya Amerîka kir û ji bo wê yekê jî gelek qurbanî dane.”
Derbarê hêza Pêşmerge de Ted Cruz dibêje:
“Hêza Pêşmerge çendîn caran yek çespandiye ku cengewereke aza û çavnetirs in,
ji ber wê di wê baweriyê de me ku pêwîst e Amerîka bê merc piştevaniya Kurd bike.
Gelek caran jî min xwastiye dengê Kurd bigihînim berpirsên Amerîkî û dilniya me di demeke
nêzîk de Kurdistaneke serbixwe û azad dibînim.”
Di çarçova civînên li Washingtonê de, Mesrûr Barzanî ligel senator Tim Kaine berbijêrê
Demokratiyan ji bo posta Cîgirê Serokê Amerîka di hilbijartinên bûrî de civiya.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya taybet
a tora civakî “Twitter” derbarê zincîreya civînan û serdana xwe ji Amerîka re û civîna ligel
berpirsên bilind ên wî welatî li Capitol Hill de nivîsiye:
“Li hember piştevaniya ji Herêma Kurdistanê re, min spasiya wan kir û guftûgo jî derbarê
pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê hatin kirin, tekezî li wê jî li wê hat kirin, ku pêwîst e
Bexda mafên destûrî yên Kurd cibicî bike.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin