Televîzyona France 24 nexşeya Kurdistanê belav kir
.
Di dosyayeke nûçeyan a France 24 de ya li ser Kurdan, nexşeya Kurdistanê hat nîşandan û hat ragihandin ku Kurd mezintirîn neteweya bêdewlet e li cîhanê.
Di nûçeya France 24 a bi navê “Kurd neteweya bêdewlet: Ji bo otonomî û mafên xwe têkoşîneke sed salî” îfadeyên “Kurd mezintirîn etnîk a bê dewlet in li cîhanê ku li çar welatan belav bûne” hatin bikaranîn.
Herwiha di nûçeyê de nifûsa kurdan 35 milyon kes hatiye nîşandan û hatiye gotin, “Kurdên ku xwecihên Rojhilata Navîn in û hejmara wan herî kêm 35 milyon e, piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî ya di sala 1920an de, hewl dane ku welatê xwe ava bikin.”
France 24 di nûçeya xwe de bal kişandiye ser zilm û zordariya li kurdan hatî kirin û dibêje: “Li Iraqê bi dehan salan rijîna xwînê tehemul kirin û di heman demê de li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê rastî zilma dewletê hatin.”
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê nasnameya Kurdan û Kurdbûn tê înkarkirin.
Herwiha di vîdeoya bi qasî 12 deqeyan de agahiyên cuda li ser Kurdan hatin dayîn.
Ev dosyeya France 24 a li ser Kurdan di demekê de ye, ku herî dawî 23ê Kanûna 2022an di êrîşeke çekdarî de li Parîsê bo ser navendeke çandî ya Kurdan, 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û doh termên wan her sê kesan bi merasimekê ji Parîsê bo Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin şandin û hatin veşartin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin