
Teqîna Bendera Şehîd Recaiyê: Xamineyî daxwaza lêkolîneke kûr kir
.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ji berpirsên Îranê xwest ku lêkolîneke kûr li ser bûyera teqîna Bendera Şehîd Recaiyê bikin.
Xamineyî xwest li gorî yasayê lêpirsînê li her kes û aliyî bikin ku ji ber xemsarî yan bi qestî bûye sedema bûyerê.
"Bûyereke dilêş"
Îşev Xamineyî derbarê bûyera teqîn û şewatê li Bendera Şehîd Recaiyê ya bajarê Bender Ebasê peyamek belav kir.
Rêberê Îslamî yê Îranê di peyamê de xemgîniya xwe diyar kir û got: "Bûyera dilêş a şewata li Bendera Şehîd Recaiyê xem û fikar bi xwe re anîn."
Xamineyî daxwaza lêkolînê li ser bûyerê kir û got: "Divê berpirsên emnî û dadweriyê lêkolîneke kûr bikin û her xemsariyek an destê bi qestî eşkere bikin û li gorî yasayê lêpirsînê bikin.
Divê hemû berpirs xwe wekî berpirsiyar bibînin ji bo pêşîlêgirtina bûyerên dilêş û ziyandar."
Hejmara miriyan derket 40î
Li gorî agahiyên Parêzgarê Hurmuzganê Mihemed Aşûrî, heta niha 40 kes ji ber teqîna Bendera Recaiyê mirine û zêdetirî 1000 kesî jî birîndar bûne.
Ji wan birîndaran 194 kes hîn jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne û yên din jî ji nexweşxaneyan derketine.
Doh li Bendera Şehîd Recayiyê ya Bender Ebasê teqîneke mezin çêbû û piştî wê agirekî mezin li benderê, derket ku heta niha jî berdewam e û nehatiye kontrolkirin.
Sedema bûyerê ne zelal e
Îranê hîn sedema bûyera Bendera Recaiyê eşkere nekiriye û ne diyar e ka sedema girtin û teqîna agir çi ye.
Wezareta Parastinê ya Îranê jî dibêje, di dema bûyerê de ti kel û pelên leşkerî li Bendera Şehîd Recayî nehatine hawirde yan hinartin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin