Teqîna li Xurmatûyê: Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Pêşmergeyên ku li Xurmatûyê şehîd ketin peyamek belav kir.
Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê îro bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerê peyamek belav kir û got:
“Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîn e.”
Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji xizm û malbatên Pêşmergeyên şehîd re xwest û got:
“Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wan bi rehma û mîhrebaniya xwe şad bike.”
“Ev kiryareke terorîstî ye”
Serokê Herêma Kurdistanê ji birîndaran re jî hêviya silametiyê kir û da zanîn:
“Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramiya Îraq, Herêma Kurdistanê, hemû herêmê û malê xelkê û bi taybetî jî li herêmên Madeya 140î dixwe.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji ber vê gefa terorê divê di hevahengiya di nevbera Pêşmerge, Artêşa Îraqê û Koalîsyonê zêdetir bibe û ew bi terorê re têbikoşin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin