Teqînên nediyar li depoyên milîsên ser bi Îranê ve li Şamê rû dan

Teqînên nediyar li depoyên milîsên ser bi Îranê ve li Şamê rû dan

.

A+A-

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, îro teqînan bajarê Şamê hejandin, heta niha sedema wê ne diyar e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro Yekşemê danê sibê, dengê teqînan bajarê Şamê hat bihîstin, hat zanîn ku depoyên mûşekan yên komên alîgirên Îranê li devereke çiyayî li rojavayê Şamê rastî êrişan hatine.

Lê Rewangehê amaje bi wê yekê jî kir, ne diyar e ka ew teqîn ji ber lêdana Îsraîlî bi mûşekeke zemîn-erd rû dane yan jî teqînên li ser erdê ne.

Rewangehê diyar kir jî, di encama teqînan de ziyanên madî çêbûne, lê heta niha derbarê ziyanên mirovî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, dengê teqînan li derdora Şamê hat bihîstin û lêkolîn derbarê wê de tên kirin.

Ev teqîn piştî wê tê, Îsraîlê derdora firokxaneya Şamê û devera Dîmas û Kiswê mûşekbaran kirin ku komgehên leşkerî û yên mîlîşyayên ser bi Îranê ve lê ne û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

 

 K24 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin