Teşkîlata PAKê ya Wanê li avahîya xwe ya nû de du salîya PAKê pîroz kir
Teşkîlata Wanê ya PAKê roja 29.10.2016an li avahîya xwe ya nû, du salİya PAKê pîroz kir.
Teşkîlata Wanê ya PAKê roja 29.10.2016an li avahîya xwe ya nû, du salİya PAKê pîroz kir.
Rêveber, endam û dostên PAKê û gelê me yê Wanê beşdarî pîrozbahîyê bûn. Dezgahên ragehandinê û rojnamavanên Wanê eleqeyeke baş nîşan dan.
Seroka Teşkîlata Tuşba ya Wanê Hulya Kayaalp bi Tirkî, endamê Meclîsa PAKê Îsmet Elçî jî bi Kurdî di derbarê xebat û perspektîf û rola PAKê di têkoşîna azadîya Kurdistanê de axaftin kirin.
Paşê beşdaran daxwaz, pêşniyarî û fikrên xwe pêşkêş kirin.
Wekî tê zanîn piştî teqîna ku di cejna qurbanê de li Wanê rûdabû, avahîya PAKê zeraareke mezin dîtibû û Teşkîlata Wanê ya PAKê mecbûr mabû cîhê xwe biguhere. Pîrozbahîya du salîya PAKê li cîhê xwe yê nû, hêvî û morala PAKîyan û dostên PAKîyan geştir kir.
Pîrozbahî di atmosfereke germ û berhemdar de derbas bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin