Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Tevaya komkujiyên ku li Kurdistanê pêkhatine șermezar dikim û hemû cangoriyên Êzdîxan/Kurdistanê bibîrtînim

A+A-

 Mixabin “ zane, rewşenbîr, siyasetmedar, oldar, birêvabirên mal, komel, rêxistin û medyayên” Êzdiyan nikarîbû di van neh salên di ser fermanê Şengalê yê 03.08.2014 de derbasiyî de jî bibine yek 

Hêvîdikim “dost, dilxwaz û hevalen  “ me neviyên Kurdên ku,  her gav ji bo azadî, demokrasî û serxwebûna Kurdistanê “serê  xwe dane û sirra xwe nedane “ dujminên ol, çande, ziman  û dîroka Kurdan jî , erka xwe ya mirovatiyê bînine cîh û alîkariya xwe ya bi Êzdiyên ku, di kampan de û koçberbûne re berdewam bikin.

 Berpirsyarên hemû sazî û dewletên ku, jenosîda Êzdiyan ya 03.08,2014 naskirine baş lêkolîn bikin ,
 ka ew alîkariyên  ewan ji bona dermankirina birînên ku, hêza DAÎşê  di bedena tevaya Ezdiyan û bi taybeti jî di dilên Ezdiyen herema Şengalê de vekirine derman bikin, ji berpirsyarên hukumeta herêma Kurdistana Başûr û dewleta Îraq a federal ra şandine, ji bo berjiwendiya kîjan maxdûrên Êzdî û ewlekariya deverên Êzdiyan hatine bikaranîn? 

Her wusa ew daxwaz ji berpirsyarên Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA) , tevaya neteweyȇn NATO’ê û welatên cîhanê bikin, 
ezmanê herêma Șengalê ji bo hemû balefirên dewletên  cînar qedexe bikin û ew di dadgehên dewletên xwe de doza mafê azadî, rizgarî û xweseriya Êzdiyan  , li wan berpirsyarên dewletên cînar, hêzên Kurdan û dewleta Îrqa Federal , yên ku bûne sedem hêza dewleta îslamê(DAÎş)ê bikaribin Êzdiyan qirbike vekin.  
Ew hemû kes û hêzên musilman yên ku , di wextê fermanê 03.08.14 de li Şengalê dijiyan û alîkarî dane DAÎŞ ê, 
vanên ku  eva serê neh salan derfetê nadin ev Êzdiyên ji ber fermanê 03.08.2014 an rizgarbûne, ji nav kampên penaberan derkevin, ew birînên xwe bi alîkariya piştevanan û bi destên xwe derman bikin , vegerine ser mal û milkên xwe , di dagehên dewletên xwe de cezabikin. 
Ew derfetan amade bikin ku , Şengal di başûrê Kurdistanê de bibe weke parêzgeheke Êzdîxanêye otonom.

Ji Xwedê lavan dikim ku , ew  me Kurdan û bi taybetî hemû maxdûrê fermanê Şengalê zû ji bin destên dagirkir û ol/nijadperestan  rizgar bike!

whatsapp-image-2023-08-01-at-10-18-31.jpegwhatsapp-image-2023-08-01-at-10-18-18.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin