Tezkereya şandina leşkeran bo Lîbyayê di 8 Çileyê da tê Parlementoya Tirkîyê
Tirkîye di 27ê Kanûnê de bi Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbayayê re Peymana Mûxtiraya Sînorên Behra Sipî îmze kir.
Navenda Nûçeyan- Tirkîye di 27ê Kanûnê de bi Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbayayê re Peymana Mûxtiraya Sînorên Behra Sipî îmze kir.
Peyman di 21ê Kanûnê de hat Parlamena Tirkîyê. Partîyên opozîsyonê CHP, HDP, îyî Partî li dijî derketin lê bi dengên AKP û MHP hat qebûlkirin.
Peymana Muxtiraya Ewlehî û Hevkarîya bi Lîbayayê re roja pêncşemê di Rojnameya Fermî ya dewletê de jî hat pexş kirin.
Bi peymanê Tirkîye dikare bi Lîbyayê re hevkarîya leşkerî, parvekirinên îstîxbaratî, veguhertina xwendekar û xebatkaran, herwiha piştgirîya lojîstîkî bike.
Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan got "Li Behra Sipî em dest dirêjê mafê kesî nakin, armanca me ew e ku pêşî li destdirêjîya mafê xwe bigrin."
Erdogan da zanîn tezkereya Lîbyayê ya ku rê li şandina leşkerên Tirkîye vedike, di 8ê Çileyê de li parlamenê dê gotûbêjkirin.
Duhê roja pêncşemê 26.12.2019an karbidestekî Lîbyayî ji Reutersê re got ku hikûmeta wî bi fermî ji Tirkîyê xwest ku “bi rêka esmanî, bejeyî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablusê bigire.
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin