The Guardian: Kurd di operasyona Idlibê li gel artêşa Sûriyê beşdar dibin

The Guardian: Kurd di operasyona Idlibê li gel artêşa Sûriyê beşdar dibin

Rojnameya The Guardian a Brîtanî di raporeka xwe de ragehand ku, bi dehan şervanên kurd yên ku, berî niha di operasyonên li dijî DAIŞê de beşdar bûbûn tevlî artêşa Sûriyê bûne daku, li Idlibê şerê çekdarên opozîsyonê bikin.

A+A-

Rojnameya The Guardian a Brîtanî raporeke xwe belav kir, tê de li ser zarê serkirdyekî kurd ragehand ku, grubek ji HSD tevlî Hêzên hikûmeta Sûriyê bûne daku, li Idlibê şer bikin ş got:  "Em heceyî hikûmeta Sûriyê ne û pêwendiyên me pêşdiçin ev gava jî ji alieykê ve simbolî û ji aliyeke din ve stratejî ye."

Li gor rapora rojnameyê piştî Amerîka piştgiriya kurdan li Efrînê li dijî Tirkiyê red kir pirsgirêk ketin di navbera wan û HSD de derbarê wan pirsgirêkan 4 berpirsên kurd ji heman rojnameyê re tekez kirin ku, vê helwesta Amerîka hişt ku, hemû operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê di mehên borî de li gel HSD rawestin û wan berpirsan gotin ku, êdî baweriya me bi Amerîka nemaye û divê bizanin ku, êdî emê biryara parastina berjewendiyên xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve berpirsekî mezin ê amerîkayê ji rojnameyê re ragehand ku, serkirdayetiya hêzên Amerîka nerazîbûna xwe ji beşdariya HSD di operasyona Idlibê li gel artêşa Sûriyê de nîşandaye û daxwaz ji wan kesên biryar dane tevlî artêşa Sûriyê bibin bi cilûberg xwe û alayên xwe tevlî nebin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin