Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Hezro û Farqînê bûn
Tifaqa Welatperwer û Demokrat îro li Hezro û Farqînê di bin baranê de, belavok belav kirin.
A+A-
Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş, îro (29.03.2019) li Navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKyê, li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, li xelkê û li esnafan belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.
Li Hezro û Farqînê baraneke zêde dibarîya, lê dîsa jî Tifaqa Welatperwer û Demokrat belavoka xwe li herdu navçeyan belav kirin.
Gel û esnafên Hezro û Farqînê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin