TÎHV: Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 20 zarok hatine êşkencekirin
.
Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TÎHV), rapora navendên rehabîlîtasyon û tedawiyê ya sala 2020an belav kir. Di raporê de hat eşkerekirin ku temenê kesên ji ber êşkenceyê serî li saziya wan dane di navbera 5 û 70an de diguhere. Li gor raporê di sala 2020an de ku gelek caran qedexeya derketina derve hebû li kolanê êşkence û tevgera xirab zêde bû.
Li gor amarên di rapora Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê de nifûsa Bakurê Kurdistanê ji %24,6ê Tirkiyê pêk tîne, lê di mijara êşkencekirinê de ev rêje derdikeve ji %62,6 û Kurd bi rêjeyeke bilind rûbirûyê êşkenceyê dibin. Dîsa li gor raporê di nav civakê de bê cudahî ji her alî mirov rûbirûyê êşkenceyê dibin. Ji her 4 kesên ku serlêdana êşkence û tevgera xirab dîtine xwendekar in.
Di sala 2020an de 635 kesan serî li navendên TÎHVê dane. Ji wan kesên ku li beramber êşkenceyê alîkarî ji TİHVê xwestine 190 kesan li Stenbolê, 128 kesan li Wanê, 116 kesan li Amedê, 78 kesan li Îzmîrê, 58 kesan li Enqerê û 35 kesan jî li Cizîrê serlêdan kirine.
Ji kesên bi îdiaya êşkecekirinê serî lêdane ji %62,5ê wan mêr, ji % 36,5ê wan jin û %1ê wan jî hevzayend bûne. Ji %3,4ê wan ku serî li navendên TÎHVê dane temenê wan ji 18 salan kêmtir bûne. Li gor raporê kesên ku rûbirûyê êşkenceyê bûne temenê wan di navbera 5 û 70an de diguhere. 507 kesên ku ji bo êşkenceyê serlêdan kirine gotine, ji ber fikrên xwe yên siyasî, nasname û çalakiyên xwe hatine girtin.
Di raporê de amaje pê hatiye kirin ku di dema tedbîrên coronayê de êşkence zêde bûye. Rêjeya girtina li kolanan bo %61 zêde bûye û rêjeya girtina li malan jî bo %26,6an daketiye. Herî zêde li cihên vekirî, tax, kolan, di nav otomobîlên hêzên ewlehiyê, di saziyên ewlehiyê û qereqolan de êşkence hatiye kirin.
Herwiha ji 10 kesên ku serlêdan kirine 4ê wan rûbirûyê êşkenceya cinsî bûne. Di raporê de hatiye diyarkirin ku, pizîşkên dadî guh nadin mexdûran û kontrola wan baş nakin. Pizîşk derbarê gelek bûyerên îşkenceyan de raporan amade nakin.
Zarokê 3 salî hat êşkencekirin
Li gor raporê zarokên ku hatine êşkencekirin temenê wan heta 3 salî dadikeve û di sala 2020an de 20 zarok hatine êşkencekirin. Zarokê ku di 3 saliya xwe de hatiye êşkencekirin piştî 2 salan serî li TÎHVê daye.
Zarokên ji ber nasnameya xwe û sedemên siyasî êşkence dîtine hemû Kurd in. Piştî qedexeya derketine derve li Bakurê Kurdistanê rastî êşkenceyê hatine. Ji wan 20 zarokên hatine êşkencekirin 7 jê ji ber nasnameya xwe, 6 ji ber fikrên siyasî, 4 ji ber rewşên civakî, 2 ji ber sedemên din û yek jî ji ber penabertiyê êşkence dîtiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin