
Tîma Cizrespor ji kerba hekeman dest ji lîgê berda!
Tîmeka fûtbolê ya Bakûrê Kurdistanê, ji ber reftarên nijadperestane û zilma hekeman û federasîyona fûtbola Tirkîyê ji dest ji yarî û hevrikîyan berda.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Tîma fûtbolê ya bajarê Cizîrê yê Bakûrê Kurdistanê, Cizrespor, ku di lîga sêyem ya Tirkîyê de dileyîze, ragihand, ew êdî nikarin neheqî û zilma ku ji alîyê federasîyona fûtbolê ya Tirkîyê (TFF) û hekeman ve li wan tê kirin, di lîgê de bimînin, ji ber wê jî bi temamî ji lîgê vedikişin.
Cizresporê daye zanîn ku ji bilî zilm û neheqîyê, rastî reftarên nijadperestane yên hekeman û TFF jî tên ji ber wê jî êdî tehemula wan nemaye û ji lîgê derdikevin.
Tîma Cizrespor, ku sala 1972 hatîye avakirin, di rêza dehem ya lîga sêyem de ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin