Times: Kurdên Sûriyê jê baştir heq dikin
Rojnameya Brîtanî The Times di sernivîsa xwe de nivîsî ku biryara vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûrî, rewşa Kurdan ber çav nagire û got 'Kurd jê baştir heq dikin ku di şerê li dijî DAIŞê de bi hezaran şervanên xwe ji dest dane.
Di sernivîsara xwe ya îro de Rojnameya Brîtanî The Times nivîsî ku van demên dawîn, çekdarên biyanî yên DAIŞê, hê jî ji aliyê yekeyên Kurd ve têne girtin, ev jî tê wateya ku rêxistina DAIŞê hê jî ew hêz e ku divê bale li serê hebe û herwiha nîşaneya vê yekê ye ku Kurd hê jî hevpeymaneke bibandor a Rojavayê ye. Digel vê jî Kurd ji aliyê neyarên xwe ve ji çar aliyan têne dorpêçkirin û alîkariyeke bêdil ji hevpeymanên xwe werdigirin.
Li gor Timesê, vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, valahiyeke desthilatî pêk bîne û ev valahî jî ji aliyê Rûsya, Îran û Serokê Sûriyê Beşar Esadî ve bê dagirtin ku ev aktorên han, li qadê dê nebin hevpeymanên maqul û herwiha bi salan e, bordûman û komkujî têne xelatkirin.
Di sernivîsarê de herwiha behsa gotarên John Boltonî jî hat kirin û wisa hat gotin: "Dawiya vê heftiyê, Boltonî hewl da ku rayedarên Tirk qanî bike ku Amerîka bi şertê ku Ankara li dijî Kurdan tevnegere dikare ji Sûriyê derkeve. Gelek Kurd bawer nakin ku ev yek encameke bibandor pêk bîne. Dawiya dawî, hewl didin, beramberî parastinê digel Esedî rêkeftinê bikin."
Rojnameya Timesê herwiha egera rêkeftina YPGê ya digel Esedî wek "hesaba şaş a Trumpî" pênase kir û got "Ev rewşa han, peyameke wêranker e bo hemû hevpeymanên Amerîkayê.
Herwiha tê gotin, ku Amerîka daxwaz ji Kurdan kiriye ku hinekî li bendê bin û bi Amerîkayê bawer bin ku dê bikaribe fişarê li Enqerê bike. Lî li gor Times e egereke mezin e ku Erdoganî bêsebr be derbeke li gerîlayên Kurd bike da ku beriya hilbijartinê dilê dengdêran xweş bike.
Di sernivîsê de hat gotin biryara vekişînê, divê jinişkave neye wergirtin û li ser tora civakî neyê ragihandin. Heke vekişîn bi zîrekî û bi mentiqî û hêdî hêdî be, ev yek dikare Tirkiye bike hevpeymaneke pêbawer a NATOyê.
Di dawiya sernivîsarê de jî hat gotin, Kurdan bi hezaran şervanên xwe ji dest dane û ji ber vê jî ji vê yekê baştir heq dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin