Tirkiyê 2 gundên Şêrawa li Efrînê topbaran kirin
Artêşa Tirkiyê 2 gundên nahiyeya Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve topbaran kir û di encamê de 4 kesên sivîl birîndar bûn.
A+A-
Hat ragihandin roja Pêncşemê 13ê Kanûnê, topxaneya artêşa Tirkiyê gundên Bêne û Soxankî yên ser bi nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ve toparan kirin.
Hat gotin ku topbaranê ji nîvro ya pêncşembiyê ve dest pê kir û heta danê êvarê berdewam kir.
Li gorî zanyariyan, di encama topbarana artêşa Tirkiyê bo ser Bêne û Soxankî yên nahiyeya Şêrawa de, 4 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin