Tirkîye: Axaftina Trump û Ortagus li hev nayê
Tirkîyê ser daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka ya derbarê kirîna S-400 ji Rûsya bersîv da.
A+A-
Tirkîyê ser daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka ya derbarê kirîna S-400 ji Rûsya bersîv da.
Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus dabû zanîn ku ger Tirkîye ji Rûsya S-400’an bistîne ewê ‘’bi encamên erênî’’ re rû bi rû bimîne.
Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand ku daxuyanîya Ortagus dijî axaftina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump e.
‘’Rewşên ku kirine ku Tirkîye S-400’an bistîne eşkere ne. Serok Trump jî di Hilcivîna G-20 de ew piştrast kir û bi awayekî vekirî da zanîn ku dijî welatê me bi awayekî adil tevnegarin’’ Berdevikê Wezareta Derve ya Tirkîyê Hamî Aksoy got.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin