Tirkiyê dest danî ser hesabê welatiyê Kurd ku leşkeriya wî welatî red dike

Tirkiyê dest danî ser hesabê welatiyê Kurd ku leşkeriya wî welatî red dike

.

A+A-

 Çalakvan û xebatkarê Şaxa Komaleya Sêrtê ya Mafên Mirov Zana Aksu îro Şemiyê 18ê Kanûna 2021ê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku roja înê 17yî Kanûna 2021ê hesaba wî ya Halkbankê hatiye ragirtin.

Aksu amaje bi wê yekê daku wî li Tirkiyê tenê yek hesaba bankeyê bikardianî û got: “Roja înê ew hesaba min jî ragirtin û dest danîn ser pereyê têde”

Zana Aksu tekez kir ku ji ber wî leşkeriya Tirkiyê red kiriye pêştir cezayê pere û girtîgehê li wî hatiye birîn û wî ew pere nedaye hesabê wî yê bankeyê hatiye ragirtin.

Aksu berî niha jî  li ser proseya redkirina xwe ya leşkeriyê û sedemên wê ji Rûdawê re axivîbû û gotibû: "Dema min leşkerî red kir, ji sala 2012an heta 2016an derbarê min de ti dozek nehat vekirin. Lê min nedikarî bi awayekî rehet bigerim û serdana bajarên din bikim. Ji ber ku derbarê min de belgeyên yasayî dihatin amadekirin û cezayê pere didan min.

Sala 2016an Sererkaniya Tirkiyê derbarê min de doz vekir. Di sala di 2016an de min 5 meh ceza xwar. Lê ew ceza hat paşxistin. Piştre di sala 2019an de dozek hat vekirin. Di wê dozê de dadgehê got ji xwe ji ber heman tawanî ceza bo te hatiye dayîn û pêwîstî bi cezayekî din nake û bereat dan min."

Çalakvanê mafên mirovan Zana Aksu eşkere kiribû ku herî dawî sala 2020an bi heman hincetê derbarê wî de dozek nû hatiye vekirin û gotibû “Di wê dozê de derbarê min de çend belge hatibûn amadekirin. Ji ber ku ez leşkeriyê red dikim min îmze neavêt wan belgeyan. Berî niha ji ber heman dozê min bereat wergirtibû lê di vê dozê de cezayek giran dan min. Ew dixwazin mirov bi zorê leşkeriyê bikin, an jî bi pere bikirin. Min ji dadgehê re got hûn çiqas ceza bidin ez paşde gav navêjim û naçim leşkeriyê û nakim. Min dizanî dê ceza bidin lê ez ne li benda cezayekî hewqas giran bûm.”

Zana Aksu dabû zanîn ku wan ji bo dozê û îtîraz kiriye û tekez kiribû ku “Eger îtîraz neyê pesend kirin. Ew dê bikeve girtîgehê û gotibû: “Ez dixwazim ji bo vê yekê bikevim girtîgehê ku ew bizanin, bi ti awayî nikarin mirovan bi zorê bibin leşkeriyê. Ez ji ber vî cezayî jî bi ti derekê de naçim.”

Zana Aksu yek ji çalakvanên mafê mirov ên parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye û temenê wî 34 sal e. Aksu derbarê binpêkirinên mafê mirovan de li navçeyê çendîn rapor amade kirine û li Şaxa Sêrtê ya Komeleya Mafên Mirovan li ser gorên bikom ên serdemên rûbrûbûnan xebat kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin