Tirkîyê Di Nava 4 Rojan Da 6 Êrîşên Dronan Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêk Anîne
.
Turkîyê bi rêka Dironan di nava 4 rojan de 6 êrîş pêkanîn. Tirkiyê ji 22 heya 26ê Mijdarê çar êrîşên dronan li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn, li gor Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di 22ê mehê, sê êrîş li Tel Maaruf - nêzîkî gundê Şorik ku dikeve rojhilatî Qamişlo û Rimêlanê pêk anîn.
Roja 23ê mehê otomobîlek li nêzîkî stasiyona Şiwêş li Amûdê hate armanckirin û roja 24 mehê xalek li gundewarê Minbicê hat armanckirin. Her wiha xalek li bajarokê Sirrîn ê li gundewarê Kobaniyê hat aramnckirin.
Ne HSD û ne hêzên ewlekarîya hindrîn derbarê van êrîşan daxuyanî ne dan, lê hat tekezkirin ku qurbanî hene lê ji bilî êrîşa gundewarê Amûdê, nasnameyan wan ne dîyar e.
Roja 23 Midarê rûniştvanê bajarê Amûdê Ciwan Silêman Mihemed yê 34 salî,ku ew bi xwe karmendê Rêxistina mirovî ya navdewletî AKTD e ya ku li bakurê rojhilatê Sûriyê di warê mirovî de kar dike, jiyana xwe ji dest da.
Ciwan tevî xwîşka xwe û hevjînê wê şeva 23ê vê mehê di encam êrîşa dironeke Tirkiyê da li ser otombîla wan li bajarê Amûdê birîndar bibûn.
Çavdêr bawer dikin ku Tirkîyê sûdê ji mijlbûna cîhanê bi şerê kerta Gazayê dibîne û asta êrîşên xwe li ser herêmên kurdên Sûrîyê zêde kirine.
Hoşeng Hesen, rojnamevan û çavdêrê Sîyasî, ji Dengê Amerîkayê re diyar kir ku Tirkîyê dê hewl bide asta êrîşên xwe zêde bike
"Tirkîyê sûdê ji mijûlbûna raye giştî bi şerê Gazayê dibîne û êrîşên xwe li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike," Hesen got.
Cotmeha borî Tirkîyê yek ji tûndtirîn êrîşên ezmanî ser herêmên kurdên Sûrîyê pêk anîn.
Di navbera 5 û 13ê Cotmehê da, hejmara xalên ku hatine aramnckirin ji aliyê Tirkîyê ve gihişte 264 xalan piraniya wan jî xalên binesaziya aborîya herêmê bûn. Li gor Rêveberiya Xweser.
Di encamê de, ji bilî zîyanên madî yên mezin bêtirî 89 kes hat kuştin. Li gor Rêveberiyê.
Rojnamevan û çavdêrê Sîyasî Emced Kurdo bawer dike ku dê bandora van êrîşan pir xerab be li ser ewlehîya herêmê û bi taybetî di doseya şerê dijî DaIşê da.
Wî got,"Li herêmê bêtirî 27 girtîgeh ku Daiş tê da girtî ne, hene, her wisa 2 kampên malbatên Daişê Hol û Roj, her êrîşeke Tirkîyê bandoreke mezin ser ewlehîyan girtîgehan dike."
Li gorî rapotrên Çavdêriya Sûrî ya Mafên morvan SOHR, ji destpêka sala 2023an heya 25ê vê mehê, 104 êrîşên esmanî bi dron û balafirên şer li ser herêmên kurdên Sûrîyê bûne.
VOA
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin