Tirkîye di warê demokrasîyê de di rêza 110an de ye
Li gor Raporta Endeksa Demokrasîyê ya 2019an, Tirkîye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ye. Tirkîye maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambîya, Lubnan û Sri Lankayê.
Navenda Nûçeyan- Kovara The Economist, “Raporta Endeksa Demokrasîyê ya 2019an” belav kir. Di raportê de ku rewşa 167 welatan hatîye nirxandin Tirkîye wek sala pêştir di rêza 110an de maye lê; puana demokrasîyê ya Tirkîyê ji 4,37an daketîye 4,09ê.
Di rêzbendîyê de, krîterên derbarê pêvajoya hilbijartinê, piranîparêzî, birêveçûna hikûmetê, beşdarbûna sîyasî, kultura demokratîk a sîyasî û azadîyên sivîl hatine nirxandin. Di vê rêzbendîyê de welatên 8 û 10 puan wergirtine “demokrasîya tam”, welatên puanên wan di navbera 6 û 8an de “demokrasîya biqisur”, yên di navbera 4 û 6an de “demokrasîya hybrid-melez” û welatên di navbera 0 û 2 puan wergirtine wek welatên bi “rejîma otorîter” tên birêvebirin hatine nirxandin.
Tirkîye ku di rêza 110an de cih digire bi 4.09 puanan dikeve nav wan welatan ku bi “demokrasîya melez” tên birêvebirin. Tirkîye bi vê rêzbendîyê maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambîya, Lubnan û Sri Lankayê. Li gor lêkolînê, di warê demokrasîyê de li cîhanê bi giştî paşketin heye.
Li gor rêzbendîyê ku di ser 10an re puan hatine dayîn, Norveç (9,87), Îzlanda (9,58), Swêd (9,39), New Zelanda (9,26) û Finlanda (9,25) di rêza pêş de cih digirin. Di pênc rêzên dawî de jî Çad (1,61), Sûrîye (1,43), Komara Efrîqaya Navîn (1,32), Komara Demokratîk a Kongoyê (1,13) û Koreya Bakur (1,08) cîh digirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin